Li Hevşaredarê Cizîrê Zirig lêpirsîn vekirin 2020-06-28 10:10:35   ŞIRNEX - Dozger li Hevşaredarê Cizîrê Mehmet Zirig ê qeyûm tayînî şûna wî kirin lêpirsîn vekir.    Serdozgeriya Komarê ya Cizîrê, der barê Hevşaredarê Cizîrê Mehmet Zirig ê peyûm tayînî şûna wî kir de, bi hinceta “Biçûkxistina rayedaran û sorkirina dijminatiyê”  lepirsîn vekir. Polîsan ji bo îfadeyê bagn li Zirig kirin û Zirig çû li midûriyeta polîsan a Cizîrê îfade da. Dozger gotinên  Zirig ên ”2 roj berê  de 15 Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî  de şaredariyên me bi alan, marşan hatin dagirkirin. Li gel vê helwestê qeyûm tayînî şaredariyên me hatin kirin. Vê yekê dijminahiya li hemberî kurdan careke din nîşanî me da" wekî suc penase kir.  Zirig, di îfadeyê de tawanbariya li wî hat kirin red kir û got: ”Ji bo ku qeyûm li dijî vîna gel derbeyek e û wekî axa welatekî dagir bikin tevdigeriyan, min jî bertekên xwe anîn ziman. Ez ji peyvirê dûr xistim. Ji ber vê yekê neqebûlkirina qeyûman bertekên min helwesteke asayî û rewa ye."    Zirig di îfadeyê de anî ziman ku tayînkirina qeyûman di nava gel de  pêşiya dijminahiyê û kînê vekir û got: "Wekî ku perçeyeke xaka welatek dagir bikin bi panzeran û wesayitên zirxî ketin şaredariyan. Ev dîmen rê li pêş kîn û dijminantiya gelan vedikin. Ez ve tewanbariyê red dikim."