Hevjîna Yildirim ê bi vîrûsê ket: Dewletê wî terkî mirinê kiriye 2020-06-28 09:17:51 DERSIM - Hevjîna girtî Denîz Yildirim ê testa wî ya vîrûsa korona pozîtîf derket Bîrsen Yildirim, diyar kir ku ji bo hevjînê xwe dest bi kampanyeya îmzeyê kiriye û wiha got: “Bi destê dewletê mirovek terkî mirinê hatiye kiriye.” Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Navçeya Xozat ê berê Denîz Yildirim ê 48 sal, li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Hejmara 1 a Xerpêtê ku ev 5 salin lê girtiye, bi gumana vîrûsa koronayê di 23’yê Hezîranê de rakirin Nexweşxaneya Bajêr a Fethî Sakîn. Yildirim ê testa wî pozîtîf derket, li nexweşxaneyê tê dermankirin. Yildirim di mehên derbas bûyê de, bi pençeşêra kolon ketibû, hatibû emeliyat kirin û di çarçoveya pêvajoya başbûnê de rûviyên wî derve hatibûn hiştin. Yildirim bi vî awayî di girtîgehê de têkoşîna jiyanê dide. Ji ber ku Yildirim tedawiya kemoterapî didît, ji ber şewba vîrûsa koronayê di odeya yek kesî de dihat girtin. Ligel vê jî Yildirim bi vîrûsa koronayê ket û jiyana wî di talûkê deye. Yildirim tevî vê jî nayê berdan. Malbata Yildirim, bi armanca balê bikişîne ser rewşa Yildirim li ser hesabê “www.change.org” dest bi kompanya îmzeyê kirin. Hevjîna Denîz Yildirim Birîsen Yildirim diyar kir ku hevjînê wê berê 85 kîlo bû niha bûye 65 kîlo.   TERKÎ MIRINÊ KIRINE    Yildirim, da zanîn ku herî dawî di 8’ê hezîranê de tomograjiya hevjînê wê hatiye kişandin û wiha axivî: “Di girtîgehê de testa hevjînê min dikin. Testa wî ya  vîrûsa koronayê pozîtîf derdikeve. Ligel vê jî rayedarên girtîgehê tu agahî nedan me. Hevjînê min di roja hevdîtina telefonê de li min negeriya. Li ser vê min li girtîgehê geriya û ez wisan fêr bûm ku hevjînê min bi vîrûsê ketiye. Niha hevjînê min bi mirinê re rû bi rû ye. Ez ne tenê ji bo Denîz di axivim. Di şexsê wî de ez ji bo hemû girtiyan di axivim. Ev rewşa heyî ji bo hemû girtiyên nexweş pir ne başe. Di girtîgehan de girtiyên nexweş hene û jiyana xwe di talûkê deye. Divê hemû bên berdan. Mirov di girtîgehan de terkî mirinê kirine.”   ‘BERÎ JIYANA XWE JI DEST BIDIN DIVÊ BÊN BERDAN’   Yildirim, dest nîşan kir ku bi tu awayî agahî ji hevjînê xwe nagire û wiha banga hestiyariyê li raya giştî kir: “Emeliyat bû, em piştî 3 rojan fêr bûn. Niha bi vîrûsê ket, em bi hewldanên xwe fêr bûn. Rayedarên girtîgehê tu agahiyan nadin parêzeran. Em dixwazin bi dozger re hevdîtinê bikin, lê dozger ne li cihê xwe ye. Girtiyên me yên nexweş di girtîgehan de nayin parastin. Dewletê mirov terkî mirinê kirine. Ez banga hestiyarê li hemû raya giştî, Wazareta Dadê û Serokkomar dikim. Berî ku di girtîgehan de mirin, encamek xirab rû bide, girtiyan berdin.”   MA / Ayşe Surme