Ji rêxistinên civakî bangewazî: Ji malên xwe dernekevin 2020-06-28 09:11:10   ŞIRNEX – Rêxistinên sîvîl  û parêzvanên mafên mirovan bal kişandin ser  zêdebûna vîrûsa  koronayê  û bang li gelê  Şirnexê kirin ku bi hêstiyarî tevbigerin û malên xwe  de bimînin.    Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê şewba virûsa koronayê (Kovîd-19) her ku diçe zêdetir belav dibe. Heta niha bi dehan kes bi vîrûsê ketine û bi sedan mal jî di bin qarantinayê de ne. Serokê Odeya Bijîşkan a Şirnexê Serdar Kûnî, Seroka Şaxa Komeleya Mafê Mirovan a Şirnexê (ÎHD) Esîn Yilmaz û Hevserokê Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakî  (SES) ya Şirnexê Murat Ozbey têkildarî mijarê axivîn û  bang li gel kirin ku mesafeya fizîkî esas bigirin û bi tevbîr tevbigerin.     1’Ê HEZÎRANÊ DE NEXWEŞÎ ZÊDE BÛ    Serokê Odeya Bijîşkan Şirnexê Dr. Serdar Kûnî, diyar kir ku ji 1’ê hezîranê ve li herêmê nexweşî zêde bûye û wiha got: “Pêvajoya asayîbûnê pêşî li zêdebûna nexweşiyê vekir. Li gorî daneyên giştî berî 1’ê hezîranê li Şirnexê virûs ewqas zêde belav nebûye. Bi derbasbûyîna pêvajoya asayî re nexweşî gav bi gav belav bû. Bi taybetî jî roja cejnê de mesafeya fizîkî ji holê rabû û ev jî bû sedemê zêdebûna nexweşiyê. Li Cizîrê 200 mal di bin karantinayê de ne û nexweşxane têje bûne.”   ‘XWE Jİ NEXWEŞIYÊ BIPARÊZIN’   Kûnî, da zanîn ku hefteyê carekê bangewaziyê li gel dikin ku ji malên xwe dernekevin û ev tişt got: “Em careke din bang dikin ku heta pêwîst neke bila ji malên xwe de dernekevin. Dema ku hûn derdikevin jî teqez bê maske dernekevin. Mesafeya fizîkî biparêzin. Tenê daxwaziya me ji gelê Cizîrê ew e ku xwe ji vê nexweşiyê biparêzin. Ez jî weke Serokê Odeya Bijîşkan di vê pêvajoyê de ji bo malbata xwe, gele xwe û derdora xwe heta 15 rojan ez ê ji malê dernekevim. ”    BÊ MASKE DIVÊ EM JI MALÊ DERNEKEVÎN   Hevseroka Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şirnexê Esîn Yilmaz jî bang li gel kir ku li xwe û tendûristiya xwe xwedî derkevin û ev tişt anî ziman: “Bi taybetî divê gelê Cizîrê xwe baş biparêze. Dema ku me xwe parast, em dikarin pêşiya vê nexweşiyê jî bigirîn. Taybet jî divê em mesafeya fizîkî bidomînin. Bê maske divê em ji malên xwe de dernekevin. Dema ku em bi hêstiyarî tevbigerin wê çaxê em dikarin pêşiya belavbûna nexweşiyê bigirin. Ger li dijî vê em tevbigerin wê nebaş bibe.”   ‘EM Ê BI HEVRE TEBIKOŞÎN Û BI HEVRE DERBAS BIKIN’   Hevserokê Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakî  (SES) ya Şirnexê Murat Ozbey jî da zanîn ku tevî hemû hişyariyan bi tu awayî tedbîr nehatine girtin û ev nirxandin kir: “Li gel nexweşiyê jî li herêmê  polîtîkayên nijadperest didomin. Ji ber nêzîkatiyên qels li Cizîrê nexweşî bi tu awayî nehate kontrolkirin. Divê gelê me hêza xwe ya cewherî zelal bike û bi awayeke berpirsyarî tevbigere. Ger ku em vê yekê bi rêxistin bikin, em dikarin vê nexweşiyê derbas bikin. Ji dîrokê ve gelan tu caran tendûristiya xwe teslîmî desthilatdaran nekiriye û vê demê şûnde jî wê gel wisa tevbigere. Divê herkes xwe berpirsyar bibîne û  bibe kirdeya pêvajoyê. Weke xebatkarên tendûristiyê em ê li tendûristiya gel xwedî derbikevin û bi hevre tebikoşin û nexweşiyê derbas bikin.”   MA / Zeynep Dûrgût –Mujdat Can