ROJEVA 28'Ê HEZÎRANA 2020'AN 2020-06-28 09:00:34   * Piştî 74 sal bi ser darvekirina Şêx Saît û hevalên wî re derbas bûn, di heman dîrokê de, li Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jî, cezayê darvekirinê hat birîn. Parêzerê Ocalan Mahmût Şakar, diyar kir bi vê peyamek dan kurdan û got: “Em ketin demekê ku gotina ‘Azadî wê qezenc bike’ ya Ocalan a li dijî biryara darvekirin gotibû.”     * Endamê Komîsyona Mafê Zarokan ê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Ercan Yilmaz têkildarî girtina Eylem Oyûnlû ya ku bi tevî zarokên xwe ve hatibû girtin, diyar kir ku girtina Oyûnlû ji derveyî mevzûatên heyî ye û got: “Girtina Oyûnlû ji civakê re peyameke. Dixwazin civakê bitirsîn in ku kes li dijî wan refleksê nîşan nede.”   * Karkeran, diyar kirin ku ger tezmînata qidem ji wan bê girtin, wê tu ferqa wan ji koleyên 200 salî berê nemîne û gotin: “Ji bo tazminata qidem greva giştî hinceta me ye û em banga li sendîkayan dikin ku li ser sozên xwe rawestin.”   * Bavê Şerîf Mesûtoglû yê ji kuştina Qeymeqamê Dêrikê Fatîh Safîturk hat sûcdarkirin û cezayê girankirî yê heta hetayê lê hat birîn got: “Kurê min kirin qûrban. Qatil li derve ne kurê min di girtîgehê de ye.”    * Rêxistinên sîvîl  û parêzvanên mafên mirovan bal kişandin ser  zêdebûna vîrûsa  koronayê  û bang li gelê  Şirnexê kirin ku bi hêstiyarî tevbigerin û malên xwe  de bimînin.     * Cotkarên li Menderesê çandiniyê dikin, diyar kirin ku ew necar mane ku xiyarin çandine bi 20 qurişan bifiroşin û gotin: “Êdî tu qîmeta xiyarên me nemaye.”    * Du jinên li Rêya Armûşê malek biçûk a tenûrê vekirin, bi nanê dipijîn in debara xwe dikin. Yek ji van jinan Ayşe Altaş, diyar kir ku divê hemû jin bixebitin û cihê xwe di qadên hilberînê de cih bigirin.   * Hevjîna girtî Denîz Yildirim ê testa wî ya vîrûsa korona pozîtîf derket Bîrsen Yildirim, diyar kir ku ji bo hevjînê xwe dest bi kampanyeya îmzeyê kiriye û wiha got: “Bi destê dewletê mirovek terkî mirinê hatiye kiriye.”   * Mêrga welatiyên gundê Koyûngolu ya girêdayî Pulurê, ji bo şirketek taybet hat kirêkirin. Welatiyên bi salane, erdê mêrga xwe bi awayekê hevpar bi kar tîn in, ji bo betalkirina erdê hatiye kirê kirin, dest bi kampanya îmzeyê kirin.   * Xwişka Besê Ozer a ku niha di Girtîgeha Jinan a Gebzeyê de dimîne Zeynet Ozdemîr, diyar kir ku li girtîgehê girtiyên nexweş nayên tedawî kirin, pirtûk, rojname û nameyan nadin girtiyan.