Tabloya Kovîd-19: 17 kesan jiyana xwe ji dest dan 2020-06-27 20:32:53 NAVENDA NÛÇEYAN -  Li Tirkiyeyê, ıro ji ber şewba vîrûsa koronayê 17 kesan jiyana xwe ji dest dan, hezar û 372 kes bi vîrûsê ketin.   Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca,  daneyên der barê şewba vîrûsa koronayê (Kovîd-19) ên 24 saetên dawî de parve kirin. Li gorî danayên Koca îro 17 kesan jiyana xwe ji dest dan, hezar û 372 kes bi vîrûsê ketin.     Bi vî awayî hejmara kesên heya niha li Tirkiyeyê ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest dan derket 5 hezar û 82'an û hejmara kesên bi vîrûsê ketin jî, gehişt 195 hezar û 883'yan.