Dayikên Şemiyê: 6 kes 27 sal berê li qereqolê winda bûn 2020-06-27 13:51:12   STENBOL – Dayikên Şemiyê di hefteya 796’an de aqûbeta 6 kesên ku di 14'ê Hezîrana 1993’an de eskeran li Gundê Bêpsînê ya Navçeya Sîlopî binçav kirin û li qereqolê winda kirin pirsîn.    Dayikên Şemiyê ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin, di hefteya 796'an de çalakiya xwe berdewam kirin. Dayikên Şemiyê vê hefteyê jî ji ber vîrûsa corona (Covid-19) li ser medya civakî çalakiya xwe berdewam kirin. Dayikan vê hefteyê aqûbeta Şemdin Culaz, Mehmet Salîh Demirhan, Halît Ozdemîr, Îbrahim Akil, Hamdo û Hikmet Şimşek  ên di 14'ê Hezîrana 1993’an de li Gundê Bêspîn û Derecîkê eskeran ew binçav kirin û li qereqolê winda kirin pirsî.    Hevjîna Şemdîn Culaz Mevlude Culaz, diyar kir ku di meha rojiyê de bûn û wiha got: "Em ji bo paşifa rojiyê hişyar bûn. Eskeran bi ser gund de girtin. Eskeran Abdurrahman û Şemdin birin. Ji wê rojê heta niha em tu agahiyê ji wan nagirin. Em dixwazin winda bên dîtin. Piştî winda bûn 4 sal şûnde em çûn cem Prz. Tahîr Elçî. Elçî bû parêzerê me. Lêgerîna me ji wê demê heta niha didome. Lê me tu encam bi dest nexistiye. Parêzerê me serî li Dadgeha Şirnex, Amed û Enqereyê da. Herî dawî ew jî kuştin.    Kurê Mehmet Salih Demirhan, Yusuf Demirhan jî aqûbeta windayan pirsî û got: "Serê sibê eskeran bêhn li derî xistin û ketin hundir. Em derxistin derve û bavê min birin. Piştre xanî şewitandin. Sax an jî mirî em dixwazin fêr bibin. Ger ku mirî be jî em dixwazin cenazeyê wî bistînin."    Parêzer Mehmet Emin Aktar jî têkildarî pêvajoyê agahî da. Piştî Aktar vê hefteyê Xwişka Rojnameger Ferhat Tepe ê hat qetilkirin Ayşe Tepe daxuyanî xwend. Tepe got "Em di dojeha bê hiqûqî û bê Destûra Bingehîn de dijîn. Di 14'ê Hezîrana 1993'an de eskeren Fermandariya Cendirmeyan a Sînor a 23'emîn ku Tuggeneral Mete Sayar fermandariya wê dikir, bli ser GunDê Bêspînê de girt û 6 kes binçav kirin. Piştî Şemdin Culaz, Mehmet Salih Demirhan, Halit Ozdemir, Îbrahim Akil, Hamdo û Hikmet Şimşek binçav kirin carek din agahî ji wan nehat girtin.    Tepe, bang li rayedaran kir û xwest berpirsiyar bên darizandin û cezakirin.