25 sal berê binçav kirin û winda kirin 2020-06-27 13:10:34   AMED – Xizmên windayan û ÎHD'ê, di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Mehmet Şîrîn Bayram ê 25 sal berê eskeran binçav kirin û winda kirin pirsî. Xwişka Mehmet Şîrîn Bayram Selahat Bayram, anî ziman ku êdî neviyên birayê wê dê lêgerînê berdewam bikin.    Xizmên windayan û Şaxa ÎHD'ê ya Amedê bi dirûşmeya "Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin" çalakiya xwe di hefteya 594’an de berdewam kirin. Xizmên windayan vê hefteyê aqûbeta Mehmet Şîrîn Bayram ê 25 sal berê eskeran ew binçav kirin û winda kirin pirsî. Di çalakiyê de xwişka Mehmet Şîrîn Bayram, Selahat Bayram vîdeoyek parve kir û aqûbeta birayê xwe pirsî. Xwişk Selahat Bayram anî ziman ku birayê wê nîşanî bû û çû mala Apê xwe û wiha got: "Cerdevan û eskeran bi ser malê de girtin û birayê min binçav kirin û birin Qereqola Navçeya Pasûrê. Destê wî li pişt wî grêdan û birin. Piştre înkar kirin ku birayê min binçav kirine û birine qereqolê. Em vê zilmê qebûl nakin. Heta dawî em ê aqûbeta birayê min bipirsin. Em nepirsin jî êdî dê neviyê birayê min dê lêgerîn û lêpirsînê bidomînin. "   CERDEVANAN GUND ŞEWITANDIN   Komîsyona Windayan a Şaxa ÎHD'ê jî çîroka windakirina Mehmet Şirin Bayram parve kir û wiha got: Mehmet Şîrîn Bayram, di 15'ê tebaxa 1978'an de li Gundikê Bîra Zeyna yê Gundê Temiran ê Navçeya Pasûrê ji dayik bû. Di sala 1994'an de li Gundê Temîra û Bîra Zeyna eskeran zextên dijwar li ser gundiyan dikir. Her tim zor li gundiyan dikirin ku bibin cerdevan. Bi zorê gund şewitandin. Welatiyên gund bi zorê koç kirin. Şîrîn Bayram û mamê xwe Îhsan Bayram, koç nekirin û li gund man. 2 sal şûnde Mehmet Şirin Bayram, di sala 1996'an de çû mamê xwe Îhsan Bayram ziyaret bike. Dema çû mala mamê xwe Îhsan, esker û cerdevanan bi ser mala mamê wî de girt û Mehmet Şirin Bayram binçav kirin. Ji wê demê heta niha agahî ji Mehmet Şîrîn Bayram nayê stendin. Malbatê serî li hemû rayedarên dewletê û fermî dan. Lê tevî hemû hewldanên malbatê Şirin Bayram 25 salin winda ye. "