Înîsiyatifa azadiya girtiyan: Girtiyê nexweş Ozdemir berdin 2020-06-27 12:37:38   ENQERE – Înîsiyatifa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî, di hefteya 303'an de daxuyanî dan û xwestin girtiyê nexweş ê kronîk û pençeşêra troidê Cihat Ozdemîr serbest berdin.    Înîsiyatifa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî, bi boneya balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş, di hefteya 303’an de çalakiya xwe berdewam kirin. Endamên Înîsiyatifê daxuyanî dan û bal kişandin ser rewşa Girtiyê nexweş ê li Girtîgeha Tîpa F a Kirikkaleyê Cîhat Ozdemîr. Înîsiyatifê li Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê civîna çapemeniyê li dar xistin. Endama Rêveberiya Lijneya Navendî ya ÎHD'ê Nuray Çevîrmen, diyar kir ku Ozdemîr 20 salin girtî ye û di şertên bê tenduristî tê girtin. Çevîrmen, anî ziman ku ji ber baş nayê dermankirin, Ozdemîr bi gelek nexweşiyên kronîk ketiye û wiha got: “Di mejiyê wî de 4 cm nodul heye. Ji ser hişê xwe diçe. Nexweşiyên hipermetrop, fitiq, kronik otît, kerbûn, kist, varikosel, kêmbûna enzîmê pankreasê, hemoroid, kronik venoz, reflu, gastrîta kronik, modula di gurçikê de mezin dibe, meniskusa çongê, prostat û herî dawî pençeşêra troidê heye.      Çevîrmen, da zanîn ku dema Ozdemîr ji bo dermankirinê birin Enqereyê, li qawîşek Girtîgeha Sîncanê di nava qirêjiyê de dima û wiha got: "Li gel ji ber pençeşêrê emeliyat bû jî di roja 4'an de kelepçe xistin destê wî. Tevî kelepçeyan bi maşîna rengê birin girtîgehê. Ozdemir di 6'ê Çileya 2020'an de li Nexweşxaneya Onkolojî razandin. 3 rojan bi şev û roj 24 saetan bi doşekê ve kelepçe kirin. Nexweşxane lê kirin îşkencexane. Ji ber nexweşê pençeşêrê ye û rastî van pêkanînan hat, serlêdana suc kir, lê serlêdana sûc bê encam ma. Ozdemir bi gelek nexweşiyên kronîk e û divê serbest bê berdan."