Sedema binçavklirina rojnameger Kara nayê zanîn 2020-06-27 11:54:58   AMED – Sedema binçavkirina rojnameger Ayşe Kara ku di çarçoveya lêpirsîneke veşarî ya derbarê KCD’ê de hatibû binçavkirin nayê zanîn.    Di çarçoveya lêpirsîneke ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve li dijî Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) hatiye destpêkirin de derbarê 64 kesan de biryara binçavkirinê hatiye dayîn. Duh di saetên serê sibehê de polisan di çarçoveya lêpirsînê de bi ser gelek malan de girtibûn 44 kesî binçav kiribûn.    Rojnameger Ayşe Kara jî di çarçoveya heman lêpirsînê de hatibû binçavkirin. Parêzerê Kara li Miduriyeta Polisan a Amedê bi Kara hevdîtin kir û ragihand ku rewşa Kara baş e. Ji ber biryara nepeniyê ya li ser lêpirsînê sedema binçavkirina Kara nehat hînkirin.