Mexdûrên erdhejê: Em hewceyî nanekî bûne 2020-06-27 11:30:07   WAN – Mexdûrên erdhejê yên li navçeya Serayê bi derfetên xwe kon vekirin û dijîn. Welatiyan got ew di rewşek ku ewceyî nanekî de ne û xwestin bi lezgînî alîkarî bo wan were kirin.    Li gundê Setmanîsa girêdayî navçeya Seraya Wanê du roj berê erdhejek ku navenda wê gund bû bi pileya 5.4 pêk hat. Di erdhejê de gelek mal xesar dîtin. Her çiqas AFAD’ê konan bir gund jî lê kêm bû û têra welatiyan nekir. Welatî gelek bêkon man. Mexdûrên erdhejê li gorî derfetên xwe ji brandan kon vedan û lê dimînin. Pêdiviyên malbatên ku bûne mexdûr li derve dimînin nayên dabînkirin.    KON KÊM IN    Li gundê Tûm ê girêdayî Serayê welatiyê bi navê Omer Şahîn ku mala wî xesarek mezin dît diyar kir ku tevî du roj bi ser erdhejê de derbas bûye kesî alîkarî nedaye wan. Şahîn anî ziman ku ji ber xesarê ew nikarin di malê de bimînin û pêdiviyên wan ên konan nehatine dabînkirin.    'DU ROJ IN EM BIRÇÎ NE’    Hediye Şahîn jî diyar kir ku ji ber erdhejê neçar in li derve bimînin û ji ber sermaye wêzarokên xwe şandiye navenda Wanê cem xizmên xwe. Şahîn da zanîn ku rewşa wan gelek şerpeze ye û got: “Rayedaran konek şandine û difikirin ku pirsgirêkên me çareser kirine. Mesele tenê ne kon e. Em ji duh êvarê ve birçî û tînin kesek ji me re nan û av neaniye. Heke qeyûm tayînî şaredariyên me nekiribana qet nebûya wê wan ji me re nan û avê bianîna.”    ALÎKARÎ XWEST    Necîbe Tûnalî jî destnîşan kir ku bi sê zarok û xwesûya xwe ya nexweş re li brandayek çêkirine dimînin û kesî alîkarî nedaye wan. Tûnalî diyar kir ku ew hewceyî nanekî ne jî û AFAD’ê tenê konek dane wan û kon ji wan re venedane. Tunali got xwesûya wê nexweşa KOAH’ê ye û girêdayî makîneyê dijî. Tunali anî ziman ku ji ber ew nikarin bikevin malê xwesûya xwe girê nedaye makîneyê û ev du sê roj in nexweş e. Tunali got ew bi şev 5 kes di bin bin bereqek biçûk de dimînin û xwest alîkarî ji bo wan were kirin.