2 milyon û 437 hezar xwendekar dikevin ezmûnên zanîngehê 2020-06-27 10:13:49   NAVENDA NÛÇEYAN – Li Tirkiyê îro 2 milyon û 437 hezar û 119 xwendekar dê bikevin rûniştina yekemîn a ezmûna YKS’ê. Dê ezmûn sibê jî bidome.    Ezmûna Saziyên Hindekariyabilind (YKS) ku ji aliyê OSYM’ê ve tê lidarxistin dê 2 milyon û 437 hezar û 119 xwendekar beşdar bibin. Ezmûn di navbera 27-28’ê hezîranê de bi du runiştinan pêk tê. Ezmûn îsal di nava şertên vîrûsa koronayê de pêk tê. Ji ber vîrûsa koronayê du caran dîroka ezmûnan hat guhertin. Rûniştina ewil a ezmûnê îro saet di 10.15’an de dest pê dike. Rûniştina ewil a ezmûna Testa Besbûna Bingehîn e (TYT) ye.    Wezareta Karên Nevxweyî bi boneya ezmûnê sînorkirina derketina derve ji bo roja şemî û yekşemê anî. Dê roja şemiyê derketina derve di navbera 09.30 û 15.00’an qedexe ye û roja yekşemê jî saet di navbera  09.30 û 18.30’an dê qedexe were sepandin.