Serokatiya Meclîsê pêşniyazpirsa der barê qeyûman de red kir 2020-06-27 09:07:02   ENQERE - Serokatiya Meclîsê, pêşniyazpirsa Parlementerê Stenbolê yê HDP'ê Zeynel Ozen a der barê tayinkirina qeyûman de, bi hinceta "dîtineke şexsî" lê vegerand.    Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Stenbolê Zeynel Ozen, der barê tayinkirina qeyûman de pêşniyazpirsek berpêşî meclîsê kiribû. Lê belê Serokatiya Meclîsê bi hinceta "dîtineke şexsî ye" pêşniyazpirs li Ozen vegerand.    Ozen, di pêşniyazpirsa xwe de gotibû: "HDP'ê di hilbijartina 31'ê Adara 2019'an de 3 jê bajarên mezin 65 şaredarî bi dest xistin. Puiştî hilbijartinê mazbataya 6 hevşaredaran bi hinceta KHK'yî ne nehat dayîn û dû re qeyûm tayinî 45 şaredariyan hatin kirin..."   Serokatiya Meclîsê jî ji bo van gotinên navbirî yên di pêşniyazpirsê de got, "dîtineke şexsî ye" û pêşniayzpirs li Ozen vegerand.    QEYÛM TAYINÎ 46 ŞAREDARIYAN KIRIN    HDP'ê di hilbijartina 31'ê Adarê de 3 jê bajarên emzin, 5 jê bajêr, 45 jê navçe û 12 jê bajarok bi giştî 65 şaredarî bi dest xistibûn. Piştî hilbijartinê mazbataya 6 hevşaredaran jî bi hinceta bi KHK'ê hatibûn îxrackirin nehat dayîn. Wezareta Karên Navxweyî heya niha qeyûm tayinî 46 şaredariyên HDP'ê kirine.    MA / Dîren Yûrtsever