Berhemên dîrokî bê xwedî ne 2020-06-27 09:06:30 ÊLIH - Piştî Bendava Ilûsûyê hat çêkirin hin berhemên dîrokî veguhastibûn Akeoparkê. Yek ji van berheman jî Tirba Zeynel Begê bû. Lê ser tirbê hatiye xêzkirin û li ser nivîs hatine nivîsandin. Li Heskîfê ji ber Bendava Ilisûyê hin berhemên dîrokî hatibûn veguhastin û li Arkeoparkê hatibûn bicihkirin. Lê belê ji niha ve berhemên dîrokî zirarê dibînin.    Yek ji van berhemên dîrokî jî Tirba Zeynel Begê ye. Lê belê kevirên ber tirbê ji niha ve texrîb bûna û li ser nivîs hatine nivîsandin.    Mûstafa Demîrê heskîfî got: "Kesên li ser berhemên dîrokî nivîsan dinivîsin bêhurmetiyê dikin. Divê mirov xwedî li dîroka xwe derkeve ku xwedîpêşeroj be. Hinan jê navê dildara xwe hinan jê jî lînka hesabê xwe yê medyaya civakî nivîsandiye. Divê ev kes bên dîtin. Me xwe gihand hesabekî medyaya civakî û jê re nivîsand. Ev yek nayê qebûlkirin. Li vira divê peywirdarek hebe."    ÇIMA NAYÊ PARASTIN?    Berdevkê hewldana Heskîfê Ridvan Ayhan jî texrîbkirina dîrokê şermezar kir û got, divê her kes dîrokê biparêze. Ayhan, got: "Ji bo biparêzin dîrok anîn vira, çima naparêzin?"    MA / Metîn Yoksû