‘Delîlên lêpirsîna Gulîstan Dokû reşkirin' 2020-06-27 09:05:53   DERSIM – Endama Komîsyona Adaletê ya Gulîstan Dokû Hêlîn Yagmûr Ûcî û Hevseroka HDP'a Bajêr Nûrşat Yeşîl, diyar kirin ku di lêpirsîna Gulîstan Dokûyê de delîl hatine reşkirin û xwestin lêpirsîneke çalak bê kirin.    Xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê Gulîstan Dokû ya 21 salî ji 5'ê Çileyê ve winda ye. Xebatên ji bo dîtina Gulîstanê jî ji 9'ê Çileyê ve didomin. Lê belê di demên dawî de hin agahiyên balkêş derketin holê. Derket holê ku guumanbar Zaînal Abarakov berî biryara Serdozgeriya Komarê ya Dersimê pê hesiyaye ku dê telefona wî bê kontrolkirin. Li emniyetê şaxa ku dosyeyê lêkolîn dike şaxa asayîşê ye û bavê Abarakov jî li vê şaxê peywirdar e. Di dîmenên kamerayan dîmenên Abarakov derketibûn lê, lê belê der barê zirbavê wî Engîn yuce de tu qeyd nehatin dîtin.   Endama Komîsyona Edaletê ya Gulîstan Dokûyê Hêlîn Yagmûr Ûcî û Hevseroka HDP a Dersimê Nûrşat Yeşîl , destnîşan kirin ku delîl hatine reşkirin.    LÊPIRSÎNEKE ÇALAK   Endama Komîsyona Edaletê ya Gulîstan Dokûyê Hêlîn Yagmûr Ûcî, destnîşan kir ku delîline sexte hatine çêkirin û ji derve ve mudaxileyî dosyeyê tê kirin. Ûcî, anî ziman ku heya niha di xebatên lêgerînê de 3 cenaze ji bendavê hatine derxistin, lê hê jî xwe negihandine şopa Dûkûyê. Ûcî, diyar kir ku divê xebatên lêgerînê yên li nav avê bi dawî bibin û got: "Rayedaran li ber kamerayan soz dan ku dê bendavê vala bikin. Lê soza xw ebi cih neanîn. Hê jî lêgerîn didome. Zirbavê gmanbar Abarakov di hevpeyvîneke xwe de gotibû 'Gulîstan tê dîtin nayê dîtin ne xema min e. Jinên ji bo Gulîstanê têdikoşin li ber kamerayan direqisin.' Ew jinên behsa wan dike ji bo Gulîstanê têdikoşin û dibêjin 'em Gulîstan in.'"    Ûcî, destnîşan kir ku divê der barê gumanbaran de lêpirsîneke çalak bê kirin û got, ji bo rastî derkeve holê tevî gelek rêxistinên jin dixebitin.    ‘KES BAWER NAKE KU ÎNTIHAR KIRIBE'    Hevseroka HDP a Dersimê Nûrşat Yeşîl jî destnîşan kir ku di bûyera Dokûyê de divê mirov li ser îhtimalên cinayetê hûr bibe, lê belê dozger bi israr li ser întihar disekine. Yeşîl, got: "Zirbavê sergumanbar li asayîşê dişixule. Ev ji bo me şik û gumaneke sereke ye. Polîsekî li asayîşê be dîmenên kamerayan li ebr destan e, kengî bixwaze dikare dîmenan bibîne. Me fikarên xwe yên der barê windakirina delîlan de bi baroyê re parve kiribûn. Heya niha tiştên diqewimin gumanên me piştrast dikin. Windakirina delîlan, reşkirina lêpirsînê, nebirêvebirina lêpirsîneke çalak nayên qebûlkirin. Di dîmenan de Zaînal heye lê Engîn Yucel tuneye, ev jî gumnên me zêdetir dikin. Ji roja winda bûye heya niha kes bawer nake ku Gulîstan întihar kiribe."    Yeşîl, bibîr xist ku bi hinceta "tayybetiyê" nivîsên bi rûsî yên di telefona Abarakov de nehatine kontrolkirin û got: "Di tiştekî ji rêze de jî dest datînin ser telefonên mirovan. Polîs li her tiştên wan mêze dikin. Jineke ciwan winda bûye, dibe ku hatibe kuştin jî. Lê radibin dibêjin 'jiyana taybet' û telefonê kontrol nakin. Belê ev kes tê parastin. Hin kes baş dizanin li emniyetê çi diqewime. Gotin ji xwe wê çend roja lê bigerin, dû re wê dev jê berdin. Lê bi xwedîderketina jina û malbata wê heya niha didome. Em li her derî dipirsin 'Gulîstan li ku ye?' Heya Gulîstan Dokî neyê dîtin wê neyê jibîrkirin."    MA / Ayşe Surme