Deriyê KCD’ê mohr kirin 2020-06-26 17:10:59 AMED – Li Amedê serê sibehê polîsan bi ser avahiya KCD’ê de girtibû û piştî lêgerînê deriyê KCD’ê hat mohrkirin. Li ser fermana Serdozgeriya Komarê ya Amedê serê sibehê polîsan bi ser avahiya KCD’ê ya li navçeya Peyasa Amedê de girtibû û gelek kelûpelên wê desteserkiribûn. Polîsan deriyê KCD’ê şikandibûn û ketibûn hundir. Lêgerînê heta saetên nîvro dewam kir. Piştî lêgerînê çend saet şûn ve polîsan deriyê KCD’ê mohr kir.    Mohrkirina KCD’ê li ser fermana Serdozgeriya Komarê ya Amedê pêk hat û polîs û maşîneyên zirxî li ber deriyê KCD’ê hatin bicihkirin.      Di çarçoveya lêpirsîna derbarê KCD’ê de biryara binçavkirina 64 kesan hatiye girtin û heta niha 42 kes hatine binçavkirin.