Li Cizîrê hat xwestin ku îşkence were sekinandin 2020-06-26 16:56:54   ŞIRNEX – Nûneriyên ÎHD’ê û TÎHV’ê yên Cizîrê bi boneya "Roja Têkoşîna Li Dijî Îşkenceyê û Piştevaniya Kesên Îşkence Dîtine” daxuyanî dan û xwestin îşkence were rawestandin.    Nûneriyên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) û Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyê (TÎHV) ên Cizîrê bi boneya 26’ê Hezîranê “Roja Têkoşîna Li Dijî Îşkenceyê û Piştevaniya Kesên Îşkence Dîtine” li avahiya TÎHV'ê daxuyanî dan çapemeniyê. Daxuyanî ji aliyê Serokê Odeya Bijîşkan Şirnexê Serdar Kûnî ve hat xwendin. Kunî diyar kir ku li Tirkiyeyê îşkence ne tenê pêvajoyên derbeyên leşkerî de, ji dîroka Cumhuriyetê de heta niha bi awayeke sîstematîk tê meşandin û got: "Sekinandin û xelaskirina îşkenceyê pêkane ye. Wekî ku tê zanîn sekinandin, tunekirin û ji pêşî girtina îşkenceyê re dewlet peywîrdar û berpirsyarin. Em bi salane bi sebir û israrî dibêjîn ku em ê îşkenceyê têk bibîn û bidin sekinandin.”