KNK: Rejîma Îranê girtî Hîdayet Abdulapûr darve kir 2020-06-26 15:00:18   NAVENDA NÛÇEYAN - Konseya Rêveber a KNK’ê ragihand ku rejîma Îranê di siyaseta xwe ya îdamê de israr dike û got: "Herî dawî girtî yê bi navê Hîdayet Addullapûr îdam kir bi darve kir."    Konseya Rêveber ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) têkildarî siyaseta dewleta Îranê ya darvekirinê daxuyaniyek da. KNK’ê di daxuyaniyê de anî ziman ku Rejîma Îranê li ser siyaseta xwe ya dije mirovahiyê ya li hemberî gelê Kurdistanê berdewam e û wiha got: "Tevî arî?e û qeyranên kûr ên navxweyî û  derve,  bêdadî, xizaniya xelkê, herçiqas Rojhilatê Kurdistanê kiriye serbazgeheka mezin û di hemû waran da xelkê xwe ?eqî û sewda kirîye. Bi rejîmên dagirkerên Kurdisanê re bi taybetî Tirkiyayê di hevkariyên cidî de ye, ji bo êrî?kirina ser be?ên dîn ên Kurdistanê jî. Zîndanên xwe ji xelkê azadîxwazê Rojhilatê Kurdistanê tijê kirine. Siyaseta ê?kencedan, tirs û biziyanê dij bi  hemû prensîb û bihayên mirovî peyrev dike. Çi heftiyek, heke nebêjîn çi rojek nîne yek ji xelkê me bi sedemên cuda îdam neke."     KNK'ê anî ziman ku di çarçoveya wê siyaseta qirêjî de, pêşmergeyekê bi dîl girtî yê bi navê Hîdayet Abdullapûr îdam kir û wiha lê zêde kir: "?ehîd Hîdayet, pi?tî ku tê girtin, di nava çend mehan tê ê?kence dan. Pa?î ji bo cihekê nediyar vediguhêzin. Di mehkmeyeke nadadperwer da biryara îdamê  li ser tê dan û cîbicî dikin. Vê rejîmê hîç pensîbek li ber çav negirt û tenê nehi?tin berî sêdaredanê malbata xwe jî bibîne. ?ehîd Hîdayet dîlê ?er bû, heger çî danezana gerdûnî ya mafên mirovan ku?tina dîlan red dik e, lê rejîmek  ku li ser binemayên dije azadî û demokrasiyê hatibe damezirandin, çawa wê guhdariya danezana mafên mirovan bike. Rejîma Îranê êdî pêwîste li welatên derdora xwe binêre, ji bona ku li wan rastiyan bigehîje, daku êdî nikaribe bi zebrûzeng û ku?tin û îdamkirinê berdewamiyê bi mana xwe bide. Ezmûnên deverê ev nî?an dan ku siyaset û hikumdariyeka bi vî awayî, ci derencamekî tirsenak li pey xwe tîne."    KNK'ê herî dawî da zanîn ku wekî Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê, bi tundî îdamkirina ?ehîd Hîdayet ?ermezar dikin û got: "Sersaxîyê li  malbat û hevalên wî û hemû xelkê Kurdistanê dikin. Di kesayetiya wî da hemû ?ehîdên Kurdistanê biîr tinin û bejna xwe li hember rih û têko?ertiya wana ditewînîn. Em bawerin ku rêya pakrewanên me qet vala na be û tije rêwî dibin. Nemirî bo şehîd Hîdayet Abdulapûr û tevaya şehîdên rêya azadiyê.”