Leyla Guven: Em ê serî netewînin 2020-06-26 12:47:02 AMED - Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, bertek nîşanî bi serdegirtina avahiya xwe da û got: "Emê serî ne tewîn in." Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, bi serdegirtina avahiya xwe şermezar kir û dest nîşan kir ku ewê serî netewîn in. Hevserok Leyla Guven li ser hesabê xwe yê medya civakî di parvekirina kir de bertek nîşanî serdegirtina polîsan a avahiya KCD'ê da. Guven di parvekirina kir de wiha got: "Di saziya me de bi saetan lêgerîn kirin. Dest danîne ser belgeyên me û lewheya me. Va ye hûn evqas acizin. Ji xwe ji bo hûn li kurdan bixwin,  pêdiviya we bi belgeyekê jî tuneye. Ji ber ku hûn her tiştî bi cih tîn in! Lê emê serê neteweyîn in."