Li Libyayê çi dibe? 2020-06-26 12:02:25 AMED - Nivîskarê Rojnameya e-rojname Ahmet Aktaş, li ser aloziya Lîbyayê diyar kir ku piştî destwerdana Tayyip Erdogan gûr bû û got: "Li gorî nêrîna min, ne bi tenê çûyîna R.Erdogan a Libyayê, destwerdan û êrîşên wî yên hemû deverê; yên Rojava-Suriyeyê, yên Herêmên Parastina Medyayê-Qendilê, yên Mexmûr û Şengalê û hwd.bi giştî, di çarçoveya projeya DYA’yê daye destê wî de pêk tên."  Nivîskarê Rojnameya E-rojname bi sernavê "Li Libyayê çi dibe?" cih da guncikê xwe yê rojnameyê. Aktaş, anî ziman ku ji nişka ve Libya ket rojeva raya giştî ya cîhanê û wiha got: "Erê ji mêj ve li Libyayê aloziyek mezin heye. Piştî êrîşa xedar a li ser Qeddafî û ketina wî, kaos û krîzê destpê kir. Lê wisa diyar dibe ku ew dewletên ku dixwestin para xwe ya mezin ji vê talanê werbigrin negirtin. Ev kêşeya navbera dewletên destwerdankar, ji ber ku çareser nebû, niha bêhtir mezin bûye."    Aktaş, bal kişand ser rola Serokê AKP'ê Tayyip Erdogan a li Libyayê û wiha cih da nivîsê: "Mezinbûna û gurbûna vê kêşeyê ya niha, mirov bêje bi destewerdana R.Erdogan re destpê kir, dibe ku ne şaş be. Li gorî nêrîna min, ne bi tenê çûyîna R.Erdogan a Libyayê, destwerdan û êrîşên wî yên hemû deverê; yên Rojava-Suriyeyê, yên Herêmên Parastina Medyayê-Qendilê, yên Mexmûr û Şengalê û hwd.bi giştî, di çarçoveya projeya DYA’yê daye destê wî de pêk tên. Zemanekî bi navê Projeya Mezin a Rojhilata Navîn dihat bi navkirin û naskirin. Dibe ku niha nav hatibe ji bîr kirin, lê naverok û pêşengê wê R.T.Erdogan her li ser kar e!"    'MA LI BILYA PKK HEYE?'    Aktaş li ser armanca êrîşkarên Tirkiye yên li herêma Federe û şandina eskeran a Libya jî rawestiya û wiha li nivîsê zêde kir: "Hadê em têdigihên, wan gotinên li ser sedemên êrîşkariyên wî yên li ser Kurdistanê û derdorên wê dibêje; ji ber ku PKK li wir e(!), ê baş e ma li Libyayê jî PKK heye? Na xêr, ger êrîşên wî yên li ser cihên din ne yekser bi DYA’yê ve girêdayî be (an jî bi dizî be) jî, lê çûyîna wî ya Libyayê, yekser bi DYA’yê ve girêdayî ye û wan şand destwerdana Libyayê. Ji ber ku dîtin Rûsya bi rêya Wagner û hwd. ve destê xwe li Libyayê xurt dike, rabûn R.T. Erdogan ê xwe peywirdar kirin û şandin ser kar!"    'MESELEYA LÎBYA, BAŞÛR Û ROJVA BI HEV VE GIRÊDAYÎ NE'    Aktaş bal kişand ser têkiliyên geşedanên li Libya û êrîşên li Rojava û Başûrê Kurdistanê û wiha dirêjî da nivîsê: "Bêgûman vê bûyerê rojev gûr û germ kir. Sîsî û Macron jî ketin ser dika bazara Libyayê. Her çû berfirehtir bû bazarvan/bazirgan. Yewnenistan, Îtalya, Qibris, Israil û hema hemû dewletên ereb daketin bazara erasê! Helbet ev pirsgirêka Libyayê ne ji ya Başûr-Iraqê û Rojava-Sûriyeyê qut e yan cuda ye. Hemû bi hev girêdayî ne û aktorên sereke jî heman dewlet û heman hêz in. Ji ber ku Macron, xwe û Ewropa û NATO’yê rexne kir ji bo alîkariya kurdan nekirine li Rojava, DYA’yê hema bi lez kete nava liv û tevgêrê. Ji alîkî ve ji bo kurdan bêhtir bikişine cem xwe dest bi piştgriya xebata yekrêziya kurdan kir. Ji aliyê din ve destûr da dewleta faşîst û dagirker a AKP-MHP’ê, ji bo êrîşî Başûr û Rojava bike."    Aktaş li ser nakokiyên li herêmê jî rawestiya û wiha dawî li nivîsê anî: "Herkes dibêjin, “ma gelo ev çi ye, ma ev ne nakok e; ji alîkî ve tu PKK û PDK’ê tînî cem hev ji bo lihevhatinê, ji aliyê din ve tu dewleta tirk û PDK’ê bi hevre dişînî ser PKK’ê û zemînê şerê PDK-PKK’ê xweş dikî?” Niha Almanya daketiye bazarê û li gel Îtalya û Rûsyayê ve, bi lezgînî dixwaze şer li Libyayê rawestîne û agirbest were çêkirin. Berî du hefteyen Merkel jî bi rêya telefonê li gel Pûtîn û Receb axivî bû, ji bo agirbesta Libyayê. Dibe ku agirbest pêk bê û dewleta tirkan ji Libyayê vegere. Wê wextê gûman xurt dibe ku ew ê giraniyê bide ser Rojava-Sûriyeyê û Başûr-Iraqê. Ew êrîşên wan ên hovane yên li ser gelê me yên vê dawiyê, dibe ku nîşanê vê ya be. Lewma divê herkes ji vê yekê re amade be! Lê ji ber ku dewleta R.Erdogan, hem li derve û hem li hundir gelek tengav bûye, ev êrîşên vê dawiyê weke nîşanên dema têkçûna hêzekê jî dide nîşandan. Ji ber ku gelek bi bêaqilî û bêexlaqî êrîş dike. Ev êrîşan nikare têkçûna wî bide rawestandin, her hildiweşe. Belê divê têkoşîn jî xurtir were kirin."