Dozger şandina cenaze ya bi PTT'ê asayî dît 2020-06-26 10:57:15 AMED - Halise Aksoy, ji bo şandina cenazeyê kurê xwe Egît îpek ê Dozgeriya Dersimê bi PTT'ê ji wêre şand serî li Serdozgeriya Komarê ya Amedê da û xwest der barê Dozgeriya Komarê ya Dersimê de lêpirsîn bê vekirin. Lê dozgeriya Amedê, şandina cenaze ya bi PTT'ê guncav dîtin û gotin "Karê hatiye kirin li gorî rêziknameyê ye." û biryara bêşopandina lêpirsînê dan.    Halîse Aksoy ku Dozgeriya Komarê ya Dersimê cenazeyê kurê wê Egît Îpek di 10'ê Nîsanê de bi rêya PTT'ê bi kargo ji wêre şandibû, ligel nûnerên Şaxa ÎHD'ê ya Amedê, Baroya Amedê, Nûnerên Vakfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TİHV) a Amedê û Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (ÇHD) serî li Serdozgeriya Komarê ya Amedê dabûn û xwestibûn, der barê Dozgeriya Dersimê de lêpirsîn bê vekirin.    ATK’Ê KIR PAKÊT Û ŞAND   Di lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Dersimê da meşandin de, diyar kir ku di 4'ê Tîrmeha 2019’an de 18 hestiyên ku dihat gotin aydî Agît Îpek e bi mînaka xwîna dayik Halise Aksoy bi pakêtekê di 5'ê Tîrmeha 2019’an de şandin Midûriyeta Lêkolîna Hestiyan a Morga Saziya Tipa Edlî (ATK).    DI NAVBERA STENBOL DERSÎM Û AMEDÊ DE ÇÛ Û HAT   Di lêpirsînê de hat diyar kirin ku piştî ATK ya Stenbolê lêkolîn kirin, hat tespîtkirin ku cenaze aydî Agît Îpek e û dîsa cenaze pakêt kirine û şandine ji Dozgeriya Komarê ya Dersimê re şandine û ji bo ji dayika wî Halîse Aksoy re bê şandin hatiye agahdarkirin. Dozeriya Dersimê jî cenaze ji bo teslimî dayika wî Aksoy bike li gorî rêziknameyê di 25'ê mijdara 2019’an de cenaze Serdozgeriya Komarê ya Amedê re şandine. Lê ji ber ku di vê dîrokê de ji ber dayik li Stenbolê bû cenaze teslîmî dayik Halîse Aksoy nehatiye kirin.    Li lêpirsînê de agahiya “Perçeyên hestiyan bi heman rêbazê dîsa ji Dozgeriya Komarê ya Dersimê re hatiye şandin. Katîbên peyvirdar ên Dozgeriya Komarê ya Dersimê dîsa li Halise Aksoy geriya ne û xwestine bê cenazeyê xwe teslîm bigirin. Lê Halise Aksoy jî diyar kiriye ku eger dîsa bişînin Amedê dê karibe bigire û nikare biçe Dêrsimê. Li ser vê yekê dîsa di 28'ê Sibatê de cenaze şandine Serdozgeriya Komarê ya Amedê. Karmenên Dozgeriya Komarê ya Amedê jî di 10'ê Nîsanê de bi destê xwe teslîmî dayika Egît Îpek Halise Aksoy kirine."    ‘LI GORÎ RÊZIKNAMEYÊ YE'    Di lêpirsînê de hat diyar kirin ku şandina cenazeyê Agît Îpek a ji aliyê ATK'ê ve li gorî rêziknameyê hatiye kirin û der barê peyvirdarê Serdozgeriya Komarê ya Dersimê de pêwistî bi lêpirsînê nedît. Li dijî vê biryara bê şopandina lêpirsînê Dayik Aksoy dê bi rêya parêzerê xwe li Hekîmtiya Cezayê Sulhê ya Dêrsimê îtîraz bike.    BI SALAN BAJAR BI BAJAR GERIYA   Dayik Aksoy, piştî di 3'ê Tebaxa 2019'an de nasnameya kurê wê hat aşkerekirin, ji bo cenazeyê kurê xwe bigre çû Dêrsim, Meletî, Stenbolê. Aksoy 2 sal û 3 mehan di nava bajaran de çûbû û hatibû. Hewl dabû xwe bigîne hestiyê kurê xwe. Herî dawî jî cenazeyê kurê wê bi rêya PTT'ê bi kargo jêre şandibûn.