'Kurd dikarin bi sê hevokan jî yekîtiya xwe pêk bînin...' 2020-06-26 09:13:50 AMED - Alîkarê Sekreterê Giştî yê Hereketa Azadî Metîn Pîranî ji bo êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Herema Federe ya Kurdistanê de diyar kir ku kurd bixwazin dikarin bi sê hevokan yekitiya xwe pêk bînin û got: “Ev sê hevok çi ne: Em kurd in, zimanê me kurdî ye û navê welatê me jî Kurdistan e."  Alîkarê Sekreterê Giştî yê Hereketa Azadî Metîn Pîranî têkildarî êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Hereme Federe ya Kurdistanê axivî û bal kişand ser girîngiya yekîtiya neteweyî ya kurd.    Pîranî, ewilî bal kişand ser êrîş û pêkanînên dawî yên Tirkiyeyê û got: "Mixabin dewleta Tirkiyeyê vê carê berfirehtir êrîş birin ser Başûrê Kurdistanê. Ev êrîş ne tenê li ser PKK’ê ne. Divê dewleta Tirk û hêzên mîlîtarîst yên din jî ji serweriya axa Kurdistanê rêz bigirin. Lê mixabin vê jî nakin. Divê her du alî rê û rêbazên aşitiyane pêk bînin da ku hem di welatê me de hem jî di Rojhilata Navîn de aşitiyeke mayînde pêk were.”   ‘HEMÛ LI DIJÎ YEKITIYA KURDAN E'   Pîranî, anî ziman ku heta niha hemû partiyên kurdan dixwestin yekitiyeke neteweyî ava bikin û got: “Li Rojavayê Kurdistanê hewldan hebûn ku hemû partî bibin yek. Lê divê em vê rastiyê jî bibînin heta Emerîka, hêzên Fransî û desthilatdariya Başûrê Kurdistanê neketî nava hewldanê partiyên PYNK û ENKS nehatin li cem hev. Ji vê hatine ba hev ne tenê Tirkiye tirsiyaye. Berdevkê hikumeta Suriyê jî daxuyanî dan ji bo kurdan dibê ‘hişyar bin sibê Emerîka diçe.’ Îran jî êrîş dike. Hemû dagirkerên Kurdistanê li dijî vê yekitiyê derdikevin.”   Pîranî, xwest ku li dijî êrîşên li ser Herêma Federal a Kurdistanê tên kirin şoreşên cîhanê bên şopandin û  ji bo vê jî bal kişand ser şoreşa Cezayîrê: “Şoreşa Cezayîrê bala min jî dikşîne. Dema ku Fransa Cezayîrê dagir dike gelê wê derê û erebên Cezayîrê bi hev re rabûn ser piya. Bi sê peyvan yekitiya xwe pêk anîne. Cezayîriyan çi gotin ‘em ereb in, zimanê me erebî ye, navê welatê me jî Cezayîr e’ li dijî dagirkeriya Fransayê bi vî dengî rabûn ser piya û serketin. Heke kurd jî bixwazin, dikarin bi sê peyvan yekitiya xwe pêk bînin. Ev çiye? ‘Em kurd in, zimanê me kurdî ye û navê welatê me jî Kurdistan e.’ Em ji hemû partiyan dixwazin ku nirx, al, ax û serweriya kurd û Kurdistanî xwedî derkevin. Wê demê yekitî hesan e û pêkane. Lê mixabin nakokiyên bîrdozî nahêlin kurd bibin yek.”   HEWLDANÊN JI BO YEKÎTIYA NETEWEYΠ   Pîranî, bal kişand ser liv û tevegerên ji bo yekîtiya neteweyî yên li Rojava û qewimîn û geşedanên dawî şîrovekirin. Pîranî got: "Başûrê Kurdistanê jî bi vî awayî bû. Beriya 20 salan YNK û PDK bi hewldanên Emerîkayê hatin cem hev. Îro li Rojavayê Kurdistanê jî bi daxwaza Fransa, Emerîka û desthilatdariya Başûrê Kurdistanê hatin cem hev. Em naxwazin hêzên serdest mudahale bikin. Lê heta dewleteke mezin mudahale neke kurd nayên ba hev.”    Her wiha Pîranî cardin bal kişand ser êrîşên Tirkiyeyê yên li Başûr û got: “Mixabin PKK di qada navneteweyî de di 'lîsteya terorê' de ye. Dewleta Tirkiyeyê bi vê sedemê êrîş dike. Divê PKK jî vê yekê bibîne û pêşiya vê yekê bigire. Bi riya siyasetê û riyên aşitiyane dikare pêşiya vê bigire. Guhertineke mezin pêwiste. Çend caran birêz Ocalan jî daxuyanî dan ku çekan mîladê xwe temam kiriye. Hewldaneke giştî û netewî li seranserî Kurdistanê pêwîste ku pêşiya sedema dewleta tirk bigirin.”   Pîranî, bilêv kir ku dewleta Tirkiyê ji bo êrîşên Herêma Federal a Kurdistanê destûrê ji hikumeta Iraqê digire û got: “Divê hemû gelê kurd bizane ku dewleta Tirkiyeyê destûrê ji hikûmeta navêndî ya Îraqê digire û wisa êrîş dike. Bi taybetî, hikûmeta Başûrê Kurdistan, hêzên kurdî yên sivîl û demokratîk bi rê û rêbazên aşitiyane daxwaz ji hikumeta navendî ya Îraqê, Neteweyên Yekbûyî (NY), NATO û Yekitiya Ewropayê (YE) li her derê çalakiyên aşitiyane pêk bînin da ku pêşiya van êrîşan bigirin. Şer bi şer çênabe. Em aligirê vê yekê nînin. Em riyên aşitiyane daxwaz dikin. Bila her partî hewl bidin û bixebitin ku pêşiya vî şerî were girtin.”   MA / Fahrettin Kiliç - Ergîn Çaglar