‘Dibe ku ji ber ezmûna vîrûs berbelavtir bibe' 2020-06-26 09:10:50   AMED – Hevseroka Şaxa 2'yan a Egîtîm Sen a Amedê Zûhal Sezar, anî ziman ku ji ber vîrûsa coronayê metirsiya bi milyona xwendekarên ku dê têkevin ezmûnê du qat zêdetir bûye û got, wê xwendekar bi vê metirsiyê têkevin ezmûnê. Her wiha Sezar got, dibe ku bi ezmûna re hejmara pêketiyan zêde bibe.    Wê bi milyona xwendekar di şert û mercên vîrûsa coronayê de di 27-28'ê Hezîranê de têkevin Ezmûnên Saziyên Dibistana Bilind (YKS). Di 20'ê Hezîranê de Ezmûna Lîseyê (LGS) hatibû çêkirin. Di vê ezmûnê de ji ber ku xwendekarek bi şewbê ketibû piştî ezmûnê 19 xwendekar hatibûn karantînakirin. Ev yek metirsiya ji bo ezmûna YKS'ê jî zêde dike.    'DIBE KU VÎRÛS BELAV BIBE'    Hevseroka Şaxa 2'yan a Egîtîm Sen a Amedê Zûhal Sezar, bal kişand ser zêdebûna pêketiyan û got dibe ku di dema ezmûnê de belavtir bibe. Sezar, anî ziman ku ji bo ev yek çênebe divê fikr û pêşniyarên tenduristkar û perwerdekaran esas bên girtin. Sezar, diyar kir ku heger ev yek esas neyê girtin dibe ku bi ezmûnê re hejmara pêketiyan zêdetir bibe.    Sezar, destnîşan kir ku wê xwendekar bi metirsiya şewbê têkevin ezmûnê û got, ev yek jî metirsiya wan zêdetir kiriye. Sezar, diyar kir ku xwendekar di bin zext û zoriyan de dikevin ezmûnê û got: "Beriya ezmûnê, piştî ezmûnê û di dema ezmûnê de bi zextênd erûnî re rû bi rû dimînin. Loma divê di warê derûnî de piştgiriya wan bê kirin."