25 sal in li hestiyê kurê xwe digere: Nediyarî mirovan qehr dike 2020-06-26 09:10:14 STENBOL – Malbata endamê PKK’ê Nazim  Tok ê şerek li Tetwanê de jiyana xwe ji dest da 25 sal in li hestiyê kurê xwe digere. Malbatê ji bo wergirtina cenazeyê li Goristana Kîlyosê ye serlêdan kir lê du sal in bersiv nedane.  Malbata Tok niha li Stenbolê dijî. Kurê malbatê endamê PKK’ê Nazim Tok (Sînan) di 1995’an de diş erek li navçeya Tetwana Bedlîsê qewimiye jiyana xwe ji dest daye. Malbat 25 sal in li hestiyê lawê xwe digre. Malbat di wan salan de bi zextên dewletê re rûbirû dimîne û neçar dimîne ji ber zextan koç bike. Di sala 1994’an de gundê wan tê şewitandin. Malbat ewil koçî Wanê dike û pişt re jî koçî Stenbolê dike. Tevî hemû zextan jî malbat li hestiyê kurê xwe geriya lê dîsa nedîtin. Dayika Tok, Naîle Tok (60) dibêje her çiqas ew li hestiyên kurê xwe bigere jî lê dîsa jî ew bi hêvî ye ku kurê wê jiyana xwe ji dest nedaye.    KOÇBERÎ LI SER KOÇBERIYÊ      Malbata Tok cara ewil di sala 1989’an de ji Tetwanê koçî Edeneyê dike û carek din vedigerin û li gundê xwe Binê Kevir bicih dibin. Nazim Tok lîseyê li Edeneyê dixwîne û paşê wek muteahît li Stenbolê dest bi kar dike. Di sala 1992’yan de ji Stenbolê diçe serdana malbata ya li Tetwanê. Di heman salê de PKK’ê nas dike. Tevî hemû gazinên malbatê jî venagere Stenbolê û di 20 saliya xwe de beşdarî PKK’ê dibe.    Bavê wî Kazim Tok wiha behsa wan rojan dike: “Em ji Edeneyê hatin Tetwanê, Nazim ji vir çû Stenbolê. Dema havînê ji Stenbolê hat ji dayika xwe re digot ‘dayê welatê me çiqas xweş e û bi xêrûber e.’ Hevalên wî kar gazî kirinê jî lê neçû. PKK nas kir û ji wan neqetiya û tevlî wan bû. Digot ‘ez ê payîzê biçim’ lê carek din neçû. Piştî ku çû û heta îro me tu agahî jê negirtiye.”   2 SALIN BERSIV NEDANE    Di 19’ê kanûna 2017’an de cenazeyên li Goristana Xerzanê ya li Gundê Oleka Jor a Bedlîsê hatin derxistin û birin Stenbolê. Malbata Nazim Tok jî piştî vê agahiyê dibîhize ji bo testa DNA’yê xwînê dide Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê. Lê li gel ev du sal in xwîn daye jî heta niha dozgerî an jî Saziya Tiba Edlî bersiv nedaye wan.    ‘CIHE NEMA EM LÊ NEGERIYAN’    Naîle Tok anî ziman ku ew dibîhizin ku kurê wê di şer de jiyana xwe ji dest daye û li aliyekî li cenaze digerin li aliyekî jî bi hêviya ku kurê wê nemiriye çavê wê lir ê ye. Tok wiha got: “Gotin şehîd bûye. Lê em hêj nizanin. Hêj çavê me lir ê ye. 25 sal in hêsirên çavê min tên xwarê. Ji roja çûye ve me ne cenazeyê wî dît ne jî em pê bawer bûn ku jiyana xwe ji dest daye. Cihek em lê negeriyan û me lê ne pirsî nema. Lê dîsa jî me agahî wernegirt.”    ‘XWEZÎ GOREK ME HEBÛYA…’    Tok da zanîn tekane daxwaza wê ew e bigihîje cenazeyê kurê xwe û got: “Xwezî min cenazeyê lawê xwe bidîta û min gora wî çêkira. Min dixwest gora me hebe û em rojê cejn û xêrê biçin serdanê û fatîhek bixwînim. Ez hestiyê kurê xwe dixwazim. Heke gorek me hebûya em ê îro rehet bûna. Rewşa wiha nediyar meriv qehr dike. Meriv nizane bi çi bawer bike. Dema cenaze tune be jî gelek zora meriv diçe. Her tim ez di dilê xwe de dibêjim belkî rojek were. Ez bi wê hêviyê çaverê dikim. Ji girî çavên min xera bûn. Lê dewlet zilmê li me dike. Em jî mirov in û mafê em bijîn heye. Lê heta ev can sax be wê ev têkoşîn jî berdewam bike.”    MA / Îdrîs Sayilgan