Di serdegirtina KCD û malan de gelek kes hatin binçavkirin 2020-06-26 08:40:18 AMED - Polîsan li Amedê bi ser avahiya KCD’ê û gelek malan de girtin. Di serdegirtinan de gelek kes hatin binçavkirin. Polîsan dest danîn ser gelek ewraq, bîlgîseyar û lewheya KCD’ê.  Polîsan di saetên serê sibê de, bi ser avahiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) a li navçeya Peyas a Amedê, weşanxaneya J&J a li semta Ofîs a navçaye Yenîşehîrê û gelek malan de girtin. Polîsan deriyê avahiya KCD’ê şikandin û dest bi lêgerînê kirin. Polîsan piştî lêgerînê, destûr dan ku parlamenterên HDP’ê yên Amedê Semra Guzel û Remziye Tosûn û parêzer bikevin hûndirê avahiyê. Polîsan dest danîn ser lewheya bi deriyê avahiya KCD’ê ve daliqandî, lewheya Komîsyona Gelan û Baweriyan a KCD’ê, pankart, qaseyên bîlgeseyaran, kovar û pirtûkan. Ligel ku lêgerîn bi dawî bû jî, polîs hîna di avahiya KCD’ê de û derveyî avahiyê radiwestin.     DI WEŞANXANEYA J&J DE LÊGERÎN   Polîsan, bi ser weşanxaneya J&J a li semta Ofîs a navçeya Yenîşerhîr a Amedê de jî girtin. Lêgerîna polîsan a li weşanxaneyê dewam dike. Hat diyar kirin ku polîsan dest danîne ser gelek pirtûkan.    BI SER MALA HEVŞAREDAR DE JÎ GIRTIN   Li Êlihê jî, polîsan bi ser mala Hevşaredarê Êlihê Mehmet Demîr ê ji peywirê hat girtin û qeyûm tayînî cihê wî hat kirin de jî, girtin. Derbarê Demîr de biryara binçavkirin hebû, lê ji ber ku Demîr ji derveyî bajêr bû, nehat binçavkirin. Polîsan di heman demê de, bi awayekê hemwext bi ser mala xwişka Demîr a li Amedê de jî, girtin.    KESÊN  HATIN BINÇAVKIRIN   Navê  kesên hatin binçavkirin wiha ne: “Endamên Dîwana Serokatiya KCD’ê Jiyan Taş û Huseyîn Kaya, endama Rêveberiya Komeleya Jinan a Rosa Rojda Bariş, Hevşaredara Farqînê ya di hepsa malê de bû û ji beywirê hatibû girtin Naşîde Toprak, endamê Meclîsa Şaredariya Hezroyê Fesîh Balbey, endamên Meclîsa Şaredariya Bedlîsê Enver Çelîk û Aynûr Aktar, ji navçeya Çinarê Enver Temîz, rêvebera MEBYA-DER’ê Yildiz Damla, endama PM’a DBP’ê Leyla Bagatir, endama  Meclîsa Giştî ya KESK û TUM BEL-SEN’ê Ateyn Tekeş, Serokê Şaxa BES’ê ya Amedê Sûphî Îzol, endama Desteya Rêveber a Şaxa Odeya Endezyarên Makîne Arîn Zumrut, dayika aşyê Makbûle Ozbek, Parêzer Berdan Acun, Hevserokê HDP’ê yê Karazê  Cîhat Ay, Hevseroka  HDP’ê ya Pasûrê ya berê Selva Akkoyûn, ji navçeya Rezanê Gurbet Çakar, ji navçeya Farqînê Mehmet Saglam, Fatma Bulbûl û Tahir Turan.”   Kesên hinceta binçavkirina wan nehat zanîn birin Miduriyeta Polîsan a Amedê. Hat hîn bûn ku dibe ku hejmara  kesên bên binçavkirin zêdetir bibin.