Şengalî û Silêmaniyan kuştina 3 jinên li Kobanê şermezar kirin 2020-06-25 20:46:17     NAVENDA NÛÇEYAN - Endam, rêveber û nûnerên rêxistinên sivîl ên li Şengal û Silêmaniyê kuştina 3 jinên Kurd ên li Kobanê ji aliyê SÎHA yên Tirkiyeyê ve hatin qetilkirin bi meşên girseyî şermezar kirin.    Li Silêmaniyê Rêxistinên jinan ên Başûr li Silêmaniyê li dijî kuştina 3 jinên kurd ên SÎHA yên Tirkiyeyê li Gundê Helîncê yê Kobanê bi meşek girseyî şermezar kirin. Rêxistinên jinan komkujî şermezarkirin û bang li civaka navnetewî hate kirin ku li dijî komkujiyên Tirkiyeyê helwest nîşan din. Di saetên êvarê de li ber Baxê Giştî yê Silêmaniyê, çalakiyek nerazîbûnê li dijî komkujiyê çalakî lidarxistin. Di çalakiyê de Rêxistina Jinên Azadîxwaz ên Kurdistanê (RJAK), Komelgeha Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR), Endamên Meclîsa Jinan a Tevgera Azadî, Kongreya Star û Yekîtiya jinên Kurdistanê bejdarbûn.   Jina di çalakiyê de daxuyaniyek hevbeş li ser navê rêxistinên jinan xwendin. Jinan êrîşên Tirkiyeyê û qetilkirina her sê jinên Kurd li Kobanê şermezar kirin û daxwaz ji jinên Başûrê Kurdistanê kirin ku li dijî komkujî û êrîşên Tirkiyeyê helwestek cidî nîşan bidin. Jinan bang li tevayî rêxistinên mafê mirov û Netewên Yekbûyî kirin ku bêdengiya xwe ya li ser komkujiyên Tirkiyeyê bişkînin û dawî li tawanên Tirkiye bînin.   ŞENGAL    Di pêşengiya Tevgera Azadiya jinên Êzidî (TAJÊ)'ê de bi sedan jin li ber avahiya Meclîsa gel li Xanesorê kom bûn û bi dirûşmên, “Bijî Berxwedana Kobanê”, “Jin jiyan azadî” û wêneyên şehîdên Kobanê,  dest bi meşê kirin. Meşê heta rêya sereke ya bajarokê Xanesorê dewam kir. Piştî meşê Berdevka Tevgera Azadiya jinên Êzidî (TAJÊ) Sebîha Sebrî daxuyanî xwend. Sebîha Sebrî di şexsê 3 jinên li Kobanê ên bi SÎHA'yên Tirkiyeyê ve hatin kuştin de hemû kesên di têkoşîna azadiya Kurdan de jiyana xwe ji dest dane bibîr anîn û got: “Îro li Şengalê jin pêşengiya berxwedan û xwerêxistinkirina civaka Êzidî dikin. Li Kobanê û hemû parçeyên din ên Kurdistanê jin di aliyê rêxistinbûnê de pêşeng in. Ji ber vê hêza ku jinan li cîhanê dane avakirin dijmin li her derê jinan dike hedef. Em weke jinên Êzidî ji gelê xwe yê Kobanê re dibêjin ku em bi we re ne. Heya jineke Êzidî mabe wê bi hemû hêza xwe piştgiriya jinên Rojava bikin. Em bang li tevahiya jinên cîhanê dikin ku li dijî van êrîşên dagirkeran bêdeng nebin. Eger li hember komkujiya li Kobanê em bêdeng bin wê sibe ev êrîş li ser Şengalê û li her cihên din pêk werin.”