Bersûcê îstismarê negirtin 2020-06-25 17:17:00   EDENE – Li Edeneyê M.A.K. ku bi sûcdariya îstismarkirina 2 zarokên xwe dihat darizandin, di daneşîna xwe ya 4’emîn de nehat girtin.    Li Edeneyê 4’emîn daneşîna doza ku ji ber îstismarkirina 2 zarokên wî li M.A.K. hatibû vekirin, li 1’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Edeneyê hat dîtin. M.A.K. ku negirtî tê darizandin û parêzerên xwe; dayikan her du zarokan B.K. û gelek jin tevlî daneşînê bûn.    DAXWAZA GIRTINÊ KIRIN   Di daneşînê de M.A.K. parastina xwe kir û angaşt kir ku bêguneh û daxwaza beraeta xwe kir. Dayika zarokan B.K. jî daxwaz kir ku bersûc bê cezakirin. Parêzerê zarokan jî, destnîşan kir ku sûcê ku hatiye kirin li holê ye û daxwaza girtina bersûc kir.    DADGEHÊ BERSÛC NEGIRT   Heyeta dadgehê, daxwaza girtinê ya parêzeran a ji bo bersûc red kir û ji b ku kêmasiyên di dosyayê de bên derbaskirin, daneşînê taloqî 15’ê îlonê kir.    ‘EM Ê DESTÛR NEDIN’   Platforma Jinan a Edeneyê, piştî daneşînê li ber edliyyê bi daxuyaniyekê bertek nîşanî biryara dadgehê da. Li ser navê platformê Sevîl Araci Bek, got ku dê heta dawiyê dozê bişopînin û dê destûr nedin ku têkoşîna li dijî îstismarê bê şikandin.