Li Rihayê 5 girtiyan dest bi greva birçîbûnê kirin 2020-06-25 15:26:25 RIHA - 5 girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2 a Curnê Reş a Rihayê, li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehê zêde bûne, dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin. Girtî Serhat Bûlût ê li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2 a Curnê Reşa a Rihayê dimîne, di hevdîtina telefonê ya bi malbata xwe re kir de, diyar kir ku bi 4 hevalên xwe re li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgeê zede bûne, dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirine.    Bûlût ê bi malbata xwe re hevdîtin kir, wiha got: “Mafê girtiyan ê hevdîtinê, sohbet, atölye, spor, qadên hevbeş, agahî girtinê nayin dayîn. Dîsa mafê me yê tenduristiyê jî bi sînor kirin. Li dijî van bêmafî û binpêkirinan, min, Emrûllah Orûc, Îlyas Dogan, Cahfer Sabir û Kasim Karatş duh dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin.”   ZEXT ZÊDE DIBIN   Bûlût, di hevdîtina telefonê de bal kişan ser rewşa girtiyên nexweş û wiha bilêv kir: “Girtiyên nexweşên giran nayin derman klirin û her roja diçe rewşa wan girantir dibe. Dîsa dermanên girtiyên nexweş jî nadin wan. Dema hevalên me dixwazin biçin nexweşxanê jî, wan bi  paşve kelepçe dikin û bi saetan di vê rewşê de dihêlin. Cardin beyî ku hevalên em derman bikin, paşve dişînin girtîgehê. Ev rewşek keyfiye. Pêr gelek nema bû ku em hevalê xwe winda bikin. Lê ligel vê yekê nebirin nexweşxanê. Her roja diçe zext zêdetir dibin. Hemû qadên me yên jiyanê û civakî teng kirine. Bi awayekê aşkere şewba vîrûsê ji bo xwe veguherandin fersendê.”   ‘EMÊ GAVEK TENÊ JÎ PAŞVE NE AVÊJIN’   Bûlût, di dawiya hevdîtinê de wiha got: “Me xwest derbarê pirsgirêkên heyî de bi rêveberiya girtîgehê re hevdin bikin. Lê ev daxwaza me red kirin. Heya ku daxwazên em neyin bi cih anîn emê gavekê jî paşve ne avejin. Em nikarin van zext û nêzîkatiyên keyfî qebûl bikin. Bi tu awayî daxwaz û pêdiviyên me bi cih naynin. Ger ve rewş wiha dema bike, wê hejmara me tenê bi 5 girtiyan re sînordar nebîne û zêdetir bibe. Dixwazin hemû qadên me ji destê me bigirin û me îzole bikin. Emê vê tu carî qebûl nekin.”