Xebatkarên tenduristiyê: Êdî bila canek din nemire 2020-06-25 15:11:06   AMED – Rêvebira Şaxa SES’ê ya Amedê Gulhan Tekîn diyar kir ku xebatkarên tenduristiyê ji ber şertên nebaş dawî li jiyana xwe tînin û got: “Êdî em naxwazin canek me yê din bimire.”    Rêvebir û endamên Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakî (SES) a Şaxa Amedê têkildarî întîhara hemîşere Bedîa Menteşe ya li Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleya Amedê daxuyanî da çapemeniyê. Xebatkarên tenduristiyê yên beşdarî daxuyaniyê bûn bi dirûşm û hildana dovîzan bertek nîşanî şert û mercên xwe yên xebatê dan û ji bo Menteşe deqîqeyek rêz girtin.    ‘ÊDÎ BILA HEVALÊN ME NEMIRIN’    Rêvebira Şaxa SES’ê ya Amedê Gulhan Tekîn daxuyanî da û diyar kir ku bi zehmetkirina şert û mercên kar ên tenduristiyê re bûyerên întîharê zêde bûne û giştînameyên rêziknameyê û biryarên kêfî yên rêvebiran êdî wisa kiriye ku xebatkar nikarin bixebitin. Tekîn anî ziman ku bi şewba koronayê re şert û mercên xebatkarên tenduristiyê zehmettir bûye û pirsgirêkên xebatkaran rûbirû hiştine ji nedîtî ve tên. Tekîn xwest pêvajoya şewbê bi zelalî were birêvebirin û got: “Ji ber şertên xerab xebatkarên tenduristiyê dawî li jiyana xwe tînin. Êdî em naxwazin canek me yê din bimire.”     DEMÎR BANG KIR    Serokê Odeya Bijîşkan a Amedê Mehmet Şerîf Demîr jî axivî û diyar kir ku divê îqtîdar dawî li metirsiyên siyasî û aborî bîne û bang li rayedaran kir ku pêvajoya şewbê bi zelalî birêve bibin.