Oluç: AKP dixwaze baro ji îqtîdarê re îteat bikin 2020-06-25 14:21:22   ENQERE - Wekîlê Serokên Koma HDP'ê Saruhan Oluç, diyar kir ku wan hikûmeta AKP'ê têkildarî hewladan guhertina pergala baroyan de hişyar kiriye û got: "Me şaşiya AKP'ê ji wan re ragihand. Bi vê pergalê dixwazin baroyan lawaz bikin. Dixwazin baro ji îqtîdarê re îteat bike.      Wekîlê Serokên Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Saruhan Oluç, têkildarî geşedanên dawî li meclîsê civîna çapemeniyê li dar xist. Oluç, polîtîkayên AKP'ê yên der barê Baroyan de nirxand û got: "AKP'ê li ser daxwaza guhertina pergala Baroyan HDP ziyaret kir. Van ziyaretan dike. Lê îtîrazên muxalefetê ji aliyê îqtîdarê ve li pêş çavan nayê girtin. Me ev yek di zagona înfazê de dît. Ez hevîdarim ku di mijara pergala Baroyan de Îqtîdar heman helwestê nîşan nede. Di pêvajoya Komîsyonê de divê serokên baroyan tev li niqaşê bikin. Divê pêşniyar û rexneyên wan esas bigirin. Ger ku ev nebe niqaşên komîsyonê têr nakin."   Oluç, anî ziman ku ger mafê parastinê bê astengkirin wê di darazê de pirgsirêkên mezin derkevin holê û wiha lê zêde kir: "AKP mafê darizandina adîl, mafê parastinê, mafê wekheviya çekdarkirinê, binpê dike. Niha parêzerên girtî hene. Ev nîşan dide ku mafê wan ê parastinê tê binpêkirin.    Oluç, têkildarî şewba vîrûsê jî axivî û wiha got: "Li Cizîr û Şirnexê hêjmara nexweşên şewbê zêde bûne. Me ji Wezîr xwest ku tedbîran bigirin. Li Cizîr û Şirnexê rewş xerab e. Li Amed, Mêrdîn, Riha û Wanê jî şewb belav dibe.