Mezlûm Ebdî li gel Hevserokê YNK'ê hevdîtin pêk anî 2020-06-25 13:51:01   NVENDA NÛÇEYAN - Fermandarê Hêzên Sûriya Demokratîk Mezlûm Ebdî ragihand ku wan bi hevserokê YNK`ê Lahûr Talebanî re geşedanên li herêmê, Bakur û Rojhilatê Sûriyê û diyaloga kurdî gotûbêj kirine.   Fermandarê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî li ser hesabê xwe yê Twitterê behsa gotûbêja bi Hevserokê YNK'ê re kir û got: "Nîqaşek birayî bi hevserokê YNK Lahur Talebanî re li ser geşedanên li herêmê, Bakur û Rojhilatê Sûriyê û diyaloga kurdî. Em spasiya birayên YNK’ê bi serpereştiya kak Lahor û Bafil Talebanî dikin, ji bo piştevaniya wan ji diyaloga yekrêziya kurdî û şoreşa Rojava ji destpêka wê ve."