Li Enqerê 452 xebatkarê tenduristiyê bi vîrûsê ketin 2020-06-25 13:48:14   ENQERE - Odeya Bijîşkan a Enqerê, da xuya kirin ku li tevahiya bajêr 452 xebatkarên tenduristiyê bi vîrûsê ketin û bijîşkek dirannan jî jiyana xwe ji dest da.    Desteya Rêveber a Odeya Bijîşkan a Enqerê, ragihand ku ji 25’ê hezîranê ve li bajêr 452 xebatkarên tenduristiyê bi vîrûsa korona (Kovîd-19) ketin. Desteyê di daxuyani li ser medya civakî parve kir de wiha ev agahî dan: “Ji 25’ê hezîranê ve li bajêr 452 testa xebatkarên tenduristiyê yên bi vîrûsa korona (Kovîd-19) ketin pozîtîf derketin. Li gorî vê yekê 89 bijîşkên pispor, 67 karkerên paqijiyê, 67 hemşîre, 47 asîstan, 28 teknîsyen ên beşa lezgîn, 27 bijîşkên malbatî, 14 sekreterên tibbî, 7 xebatkarên mitbexê, 6 karmendên îdarî, 5 eczaci, 4 bijîşkên diran, 3 peywirdarên rewlekariyê, 2 teknîsyenê röntgene û 1 jî bijîşkê cihê kar bi vîrûsê ketin. ”   ATO, di dawiya daxuyaniya xwe de, diyar kir ku bijîşkeke diran jî ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest daye.