Odeya Bîşkan a Amedê: Wezareta Tenduristiyê rastiyê nîşan nade 2020-06-25 13:23:01 AMED – Odeya Bijîşkan a Amedê diyar kir ku daneyên Wezareta Tenduristiyê ji bo Amedê parve dike rewşa heyî nade nîşandan û dixwazin serkeftina têgihiştinê ya ne rastî ye biafirînin.  Odeya Bijîşkan a Amedê têkildarî belavbûna vîrûsa koronayê (Covîd-19) ya li Amedê daxuyaniyek nivîskî parve kir.  Di daxuyaniya Odeya Bijîşkan de hat gotin piştî gavên “asayîbûnê” li Amedê şewba koronay3e ji nûve zêde bûye û ji destpêka pêvajoya pandemiyê heta niha Wezareta Tenduristiyê rêvebirinek zelal nedaye nîşandan. Odeya Bijîşkan a Amedê diyar kir ku daneyên Wezareta Tenduristiyê ji bo Amedê parve dike rewşa heyî nade nîşandan û dixwazin serkeftina têgihiştinê ya ne rastî ye biafirînin. Odeyê diyar kir ku zêdebûna nexweşan ji aliyê xebatkarên tenduristiyê ve bi pirsgirêkên cidî re rûbirû mane û rewşa wan di xetereyê de ye. Odeyê anî ziman ku qeyûman darbarê birêvebirina pêvajoya pandemînê de gavên şênber neavêtine û xwest pêvajoya şewbê bi zelalî were birêvebirin. Odeyê ji xelkê Amedê û Kurdistanê xwest li tevdîran miqatebe bin û bang li rayedaran jî kir ku berpirsiyariya xwe bînin cih.