Testa koronayê ya girtiyê nexweş pozîtîf derket 2020-06-25 13:11:18 DERSIM – Parlamenterê HDP’ê Alîcan Onlu da zanîn ku testa koronayê ya girtî Denîz Yildirim pozîtîf derketiye û xwest Yildirim û girtiyên nexweş werin berdan.    Parlamenterê HDP’ê yê Dersimê Alîcan Onlu derbarê Hevserokê HDP’a Xozata Dersimê Denîz Yildirim  ê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Xarpêtê tê ragirtin daxuyaniyek nivîskî da. Onlu diyar kir ku testa vîrûsa koronayê ya Yildirim pozîtîf derketiye. Onlu da zanîn ku divê demildest Denîz Yildirim û girtiyên nexweş werin berdan. Onlu anî ziman ku di mehên derbasbûyî de nexweşîna penceşêra kolonê li Yildirim peyda bûye û emeliyat bûye û di şertên girtîgehê de têkoşîna jiyanî dide û ew bi tena serê xwe nikare bijî.