Hevşaredarên Awîskê derxistin edliyê 2020-06-25 13:03:22   ÊLIH  - Ji 24 kesên li Êlihê hatibûn binçavkirin 14 hatin berdan û 10 kesên Hevşaredarên Bajaroka Awîskê jî di nav de sewqî edliyê hatin kirin.   Leşkeran di çarçoveya lêpirsînekê de, di 22’yê Hezîranê de li navenda Êlihê û hin gundên wê bi awayekê hem wext bi ser malan de girtin. Di serdegirtinan de, Hevşaredarên Bajaroka Awîskê Hatîca Taş û Osman Karabûlût ên qeyûm tayînê cihê wan hat kirin jî, di nav de 24 kes hatibûn binçavkirin. Ji 14 kesên dibin çavan de îfadeyên wan hatin girtin, hin ji wan li qereqolê û hinek jî li edliyê ji aliyê dozger ve hatin berdan. 10 kesên lêpirsîna wan a li qereqolê temam bûn jî îro sewqî Edliya Êlihê hatin kirin.   10 kesên Hevşaredarên Bajaroka Awîskê Hatîce Taş û Osman Karabûlût û endamê Meclîsa Şaredariyê Tahsîn Yildirim jî di nav de li edliyê îfade didin dozger.