Îranê kolberek din qetil kir 2020-06-25 13:01:18   NAVENDA NÛÇEYAN - Di êrişa hêzên Îranê de kolberekî jiyana xwe ji dest da û 2 jî birîndar bûn.   Li gorî RojNewsê ku spartiye Kolbernewsê derengiya şeva borî li derdora gundê Sigrîk a ser bi navçeya Çaldêran a parêzgeha Azerbaycanê ya Rojhilatê Kurdistanê hêzên Îranê êriş birîne li ser komek kolber. Li gorî heman çavkaniyê, di êrişê de kolberê bi navê Qasim Serbazî ku bavê 2 zarokan bû jiyana xwe ji dest daye. 2 kolberên jî bi giranî birîndar bûne. Birîndar rakirin nexweşaneya Çaldêranê.