Eskerê ku kuştina Erhan Gorur qebûl kir hat berdan 2020-06-25 12:04:27   WAN – Li Elbakê serpelê peyade Y.E. ku têkildarî kuştina Erhan Gorur û birîndarkirina Saîm Yilmaz îfadeyên wî hatin girtin, tevî ku got wî gule berdaye û tenê ew ji bûyerê berpirsiyare jî hat berdan.    Li gundê Qaşqol a girêdayî navçeya Elbaka Wanê eskeran gule berdan bûn Erhan Gorur û Saîm Yilmaz. Di encamê de Erhan Gorur jiyana xwe ji dest dabû û Saîm Yilmaz jî giran birîndar bûbû. Derbarê bûyerê de Dozgeriya Elbakê îfadeyê serpelê peyade Y.E. girt. Li gel ku hem dozgeriyê û hem jî Qereqola Eşmepinarê îfadeyê Y.E. girtin jî dîsa hat berdan. Hat diyarkirin ku tevî ku Y.E. di îfade dayîna xwe de gotiye wî gule berdaye û berpirsiyarê bûyerê ew bi tenê ye jî hat berdan.