Cezayê Hevşaredarê Periyê Çelebî hat erêkirin 2020-06-25 12:00:51   DERSIM – Cezayê Hevşaredarê Bajaroka Periyê Orhan Çelebî ku ji peywirê hatibû girtin û qeyûm tayînî şûna wî hatibû kirin, hat erêkirin.    Hevşaredarê Bajaroka Periyê Orhan Çelebî ku ji peywirê hatibû girtin û qeyûm tayînî şûna wî hatibû kirin, li 17’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Enqereyê hatibû darizandin û bi hinceta “propagandaya rêxistinê” 3 sal û 4 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birîn. Li ser îttîrazkirina parêzerên Çelebî, cezayê wî çêbû Dadgeha Îstînafê. Dadgeha Îstînafê, cezayê ku ji aliyê dadgeha herêmî ve li Çelebî hatibû birîn erê kir.    Çelebî, derbarê ceazayê ku lê hatiye birîn de axivî û got ku dê serî li Dadgeha Bilind bidin û têkoşîna xwe ya hiqûqî bidomînin û dê ew biserkevin.