Serokê Baroya Êlihê yê berê: Pergal bê guhertin dê îqtîdar jî têk biçe 2020-06-25 09:20:52   ÊLIH – Serokê Baroya Êlihê yê Berê Ahmet Sevîm, diyar kir ku ger pergala pir Baroyî bê avakirin û li her bajarekî gelek baro bê avakirin dê edalet bêtir lawaz bibe û hem baro û hem jî îqtîdar dê têk biçin.    Nêzî 60 baroyên Tirkiyeyê li dijî hewldanên guhertina pergala Baroyan, bi diruşmeya "Parastin dimeşe" meşiyan Enqereyê. Serokên Baroyan li Enqereyê rastî astengî û tundiya polîsan hatin. Serokên Baroyan piştî meşa 27 saetan li gel hemû astengiyan meşa xwe bi encam kirin. Têkildarî armanca meşê û guhertina pergala Baroyan Serokê Baroya Êlihê yê berê Prz. Ahmet Sevim û Prz. Mustafa Yildiz, nirxandin kirin.    Serokê Baroya Êlihê yê berê Prz. Ahmet Sevim, diyar kir ku piştî daxuyaniya reydarên îqtîdarê, mijara guhertina pergala baroyan hat rojevê û got: "Her guhertinên tu der barê pergala parêzeran de bê kirin, divê bi awayekî demokratîk be. Di van niqaşên tên kirin de hiqûqa civakî û rêgezênk pîşeyî li ber çavan nehatiye girtin. Saziya siyasî ku hewl dide civakê li gorî xwe terbiye bike, li ser niqaşek siyasî dest pê kir. Ev yek nayê famkirin. Ne pêkan e ku hiqûqnas vê guhertinê qebûl bikin. Baro û civaka parêzeran, li ser mijarên ku raste rast civakê eleqeder dikin xebaten çalak dimeşînin. Dema mijar dibe hiqûqa civakê parêzer îtîraz dikin û mudaxale dikin. Ger ku guhertinek bê kirin divê bi rêbaz û pergala demokratîk bê kirin. Ger ku ev guhertin li ser niqaşên siyasî pêk bê, ev yek nayê qebûlkirin. Ger ku bi vî şiklî di pergala baroyan de guhertin çê bibe dê hem baro û hem jî îqtîdar winda bike."    EDALET DÊ BÊTIR LAWAZ BIBE   Ji Parêzerê Baroya Êlihê Prz. Mustafa Yildiz jî anî ziman ku eger pergala bêbaroyan bê avakirin dê edalet zerarek mezin bibîne û wiha got: "Di salên 2015 û 2017'an de di qanûna parêzeran de guhertin çêkirin. Serokê Karên Diyanetê li dijî parêzeran gotinên nifrînê anîn ziman. Li diji baroya Enqereyê derket. Vê yekê dîsa niqaş zêde kir. Parêzer, li ser hiqûqa ku civakê eleqeder dike û mafên mirovan eleqeder dike daxuyanî dide û xebatê dike. Parêzerî ewlehiya ewlehiya edaletê ye. Bi vê guhertinê dê edalet bêtir zerarê bibîne û lawaz bibe. Ger ku wisa be divê darazek din a alternadif bê avakirin. Li gorî we ev dibe? Eger darazek alternadif nabe divê baroyek alternatif jî nebe. Eger ev guhertin bê kirin kes dê nikaribe ji bin vê pergalê derkeve. Di civak û welatên demokratîk de mekanîzmaya parastinê pir xurt e. Ji ber ku yê rewatiya siyasetê ava dike daraz e. Eger ku parastin winda bike ne tenê civak dê îqtîdar jî winda bike. "   MA / Metin Yoksu