Şaredariya Qersê piştevaniya civakî xurt dike 2020-06-25 09:19:35   QERS - Şaredariya Qersê ji bo piştevaniya di nav civakê de xurt bike, bi rêya Mexazeya Piştevaniyê ya Civakiyî di nav mehekê de ji bo 150 kesî kinc peyda kirin.    Şaredariya Qersê bi dirûşmeya "Tu li xwe nakî, li hinekê din bike" Mexazeya Piştevaniyê ya Civakiyî vekiribû. Şaredariyê bi rêya vê mexazeyê di nav mehekê de kincên 150 kesî peyda kirin. Rojê herî kêm 3 xêrxwaz serdana mexazeyê dikin û dixwazin alîkariyê bikin. Kincên ji mexazeyê re tên pêşî ji aliyê xebatkarên şaredariyê ve baş tên şûştûn û ûtîkirin û dû re li mexazeyê tên daliqandin. Li vê mexazeya ku kincên berê hinekî hatine lixwekirin hene, hema bêje li gor her temenî kinc hene û bêheq in.    Berpirsiyara mexazeyê Zehra Anli got: "Ew bişirîna li ser çavê zarokan em pir kêfxweş dike.Gava zarok tên l gor dilê xwe diecibînin. Em bang li her kesî dikin vê piştevaniyê xurtir bikin."