‘Wê notirvan mafên bingehîn bin pê bikin' 2020-06-25 09:17:53 AMED – Nûnerê TÎHV'ê yê Amedê Bariş Yavûz, anî ziman ku bi qanûna notirvaniyê re çîneke bêperwerde ya ku dê azadiya kesan, qedexeya îşkenceyê û mafê jiyanê bin pê bike hatiye afirandin.    Bi guherandina Qanûna Notirvanên Çarşî û Taxan, mudaxilekirina xwepêşandana, rawestandina kes û wesayîtan, bi darê zorê bikaranîna çekê hwd. li karbidestiya notirvanan hat zêdekirin. Parêzvanên mafên mirovan diyar dikin ku dê ev notirvanên ku tenê piştî perwerdehiyeke sê mehan dest bi kar dikin wê bibin sedema binpêkirina mafan.    Nûnerê Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) a Amedê Bariş Yavûz, zêdekirina karbidestiya notirvanan nirxand û got, qanûna notirvanan fikarên civakiyî zêde kirin.    Yavûz, destnîşan kir ku perwerdehiya ku notirvan dîtine kêm e û ev yek hin xetereyan di xwe de dihewîne. Yavûz, anî ziman ku notirvan di warê maf û azadiyên bingehîn de ne pir serwext in û got, piştî hatin girtin divê baş bên perwerdekirin. Yavûz, diyar kir ku dibe ku notirvan sê mafên bingehîn bin pê bikin û got: "Mafê azadiya kes û bi rawestandina wesayîtan û pirsîna nasnameyê û bi darê zorê bikaranîna çekê binpêkirina mafê jiyanê û qedexeya îşkencekirinê."    Yavûz, destnîşan kir ku bi qanûna notirvaniyê fikarên derdorên bidezavantaj zêdetir bûne û got, ev qanûn divê tenê di çaçroveya ewlehiyê de neyê nirxandin. Yavûz, bilêv kir ku pirî caran bûne şahidê liv û tevgerên dijqanûnî yên polîsan û got, dibe ku notirvan jî wisa tev bigerin.    Yavûz, destnîşan kir ku ew ê binpêkirinên mafan bişopînin û got: "Em parêzvanên mafan çawa ji bo lêpirsînên der barê polîsan de bi awayekî çalak bên birvebirin têdikoşin, em ê binpêkirinên mafan ê ji ber notirvanan rû bidin jî bişopînin."    MA / Cahît Ozbek