Kanên komirê ava çem qirêj dikin 2020-06-25 09:17:15   ŞIRNEX - Ava kanên komirê, diherike Çemê Cifanê yê li Çiyayê Cudî û ava çem qirêj dike. Ava çemê ku berê welatiyan vedixwar, êdî nayê vexwarin.   Ava kanên Komirê yên li Çiyayê Cûdî hatine vekirin, diherike nava Çemê Cifanê û ava çem qirêj û reş dike. Çemê ku 3 sal berê ava wî dihat vexwarin û pê dar û ber, bax û bostan av didan, êdî nayê vexwarin û zerarê dide dar û beran. Welatiyên mezraya girêdayî gundê Milga Şantiyê, ji ber qirêjiya avê nikarin dar û daristanên xwe av bidin. Welatiyan diyar dikin  ku ava kanên komirê zirarê dide xwezayê û ji ber vê yekê gelek darên wan hişk bûne.   Şaredarê Şirnexê yê berê Ramazan Uysal, bal kişand ser bandora kanên komirê û ava çem û got: "Me berê hemû pediviyên xwe ji ava çem temîn dikir. Lê êdî av qirêj bûye û zerarê dide dar, ber û mirovan. Ava ku ji Cifanê tê, di gundên Avgamasya, Milga Şantiyê, Sîlopî û Zaxo yê re derbas dibe. Ji Sîlopiyê heta  Avgamasya gel hemû lazimiyên xwe ji ava çem temîn dike. Germok, pembû û gelek dar û baxên xwe em ji vî çemî av didin. Ava kanên komirê 2 salin diherikînin vî rubarî. Ji ber vê hem ajal û darên me zirar dibinin. Ji bo çareserkirina vê pirsgirîkê me  bi keyayê Avgamasyayê re hevdîtin kir. Lê hevdîtin bê encam ma û pirsgirêk nehat çareserkirin.”    MIJAR BIRIN DADGEHÊ    Uysal, anî ziman ku wan mijare birin dadgehê û wiha axivî: "Lê me tu encam ji dadgehê negirt. Darên me yên hinar, gwîz, pembû û gelek dar û berên me hişk bûn. Lazim e xwediyên kanên komirê ava qirêj rawestînin. Em dixwazîn vê pirsgirîkê çareser bikin û ava çem wekî 3 sal berê paqij biherike."    MA / Zeynep Durgut - Mujdat Can