'Kurd bibin yek dikarin bibin xwedî statû' 2020-06-25 09:03:13       AMED - Serokê Giştî yê PDK-T'ê Mehmet Emîn Kardaş, xwest rêxistin û hêzên Kurdan berî her tiştî li dijî êrîşên Tirkiyê aşitiya navxweyî xurt bikin û bibin yek û got: "Eger Kurd bibin yek dikarin bibin xwedî statû."    Serokê Partiya Demokrat a Kurdistan a Tirkiyê (PDK-T) Mehmet Emîn Kardaş, êrîşên Tirkiyê yên li ser Herema Federe ya Kurdistanê şermezar kir û xwest hêzên Kurdan li dijî van hêzan xwe nas bikin û sekna xwe diyar bikin. Kardaş, anî ziman ku ev êrîş ne rewa û mirovî ye û wiha got: "Mafê mirovan binpê dikin, sînoran dagir dikin. Kes van êrîşan qebûl nake. Tirkiye bi van êrîşan yekitiya gelê kurd dike hedefa xwe. Tirkiye, Îran, Îraq û Suriye naxwazin gelê kurd aşîtiya navxweşî pêş bixin. Dema mijar dibe kurd çar dewlet dibin dostên hev û êrîşî Kurdan dikin. Divê gelê kurd sekn û rewşa xwe li ber çavan derbas bikin. Li dijî êrîşan çalakiya herî baş aşîtiya navxweşî ye. Lazim e berî her tiştî hêz û rêxistinên gelê kurd li hev bên. Divê kurd li xwe vegerin.    'HEDEFA TIRKIYEYÊ TEMAMÎ GELÊ KURD E'   Kardaş, destnîşan kir ku Tirkiye ji ber yekitiya kurdan naxwaze ENKS dike hedef û wiha axivî: "Tirkiyê tenê ENKS'ê nake hedef, hemû gelê Kurd dike hedef. Naxwazin Kurd li hev bikin. Ji ber wê pêdiviya gelê kurd li Rojava, Bakûr, Başûr û Rojava bi yekîtiyê heye. Kengî Kurd bûn yek, dê welatên cîhanê hebûna wan qebûl bike û doza wan rewa bike. Li Rojava gav tên avêtin. Hemû kurd bi vê serbilindin. Ev gav zûtir hatibûya avêtin niha kurd gihiştibû statuya xwe. Lê dîsa ne dereng e. Em bawerim gelê kurd dê bi serkeve. Wê mizginiyeke xweş ji Rojava were.”     Kardaş, herî dawî xwest li dijî êrîşên Tirkiyê çalakiyên demokratîk pêş bixin û wiha bi dawî kir: "Serhildanên sivîl, demokratîk û rewa lazim in. Heke hêzên kurd li Bakûr aşitiya xwe pêş bixin û bibin yek dikarin demokrasiyê pêş bixin."    MA - Fahrettîn Kiliç - Ergîn Çaglar