KNK'ê komkujiya Helîncê şermezar kir: Em ê li ber xwe bidin 2020-06-25 08:40:04   NAVENDA NÛÇEYAN - Komîsyona Jin a KNK'ê komkujiya li gundê Helincê yê Kobanê bi tundî şermezar kir û got: "Em soza têkoşîna rêheval Zehra, Hebûn û yadê Emîne didin, heta zîhniyeta qirker û faşîst ji holê rabe em ê li ber xwe bidin."   Balafirên Bê Mirov ên Bi Çek (SÎHA) yên Tirkiyeyê di 23’yê Hezîranê de li gundê Helincê yê Kobanê malek bombe kir û di êrîşa bombeyî de 3 jinên Kurd jiyana xwe ji dest dan. Komîsyona Jin a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê têkildarî komkujiyê daxuyaniyek weşand. Daxuyaniya Komîsyona Jin a KNK’ê wiha ye:   “Dewleta Tirk a dagirker êrîşên xwe li Rojava, Şengal, Mexmûr, tevahiya Başûr û Bakurê Kurdistanê didomîne û dixwaze desthiladariya xwe ya li dijî jinan û li dijî mirovahiyê bi vî rengî bidomîne.   Şeva 23’yê Hezîranê Zehra Berkel Endama Koordînasyona Kongreya Star a Herêma Firatê, yadê Emîna Weys û hevala Bedîa Mele Xelîl, li gundê Helencê yê girêdayî bajarê Kobanê di encama êrîşa balafireke SÎHA ya dewleta Tirk a faşîst de şehîd bûne.   Weke Komîsyona Jin a KNK’ê em êrîşên li ser Endama Koordînasyona Kongreya Star a Herêma Firatê Zehra Berkel, Bedîa Mele Xelîl û yadê Emîna Weys bi tundî şermezar dikin.   Her ku jin zane dibin, xwe rêxistin dikin, tirsa hemû hêzên dijberî jinan jî mezintir dibe. Di nava pergala faşîst, qirker, dagirker de cihê jinan, hebûna jinan tine ye. Em hebûn, zanebûn û jiyana xwe bi xwe diparêzin. Ji ber vê sedemê erîşên dagirker, di serî de li ser hebûna me, jiyana me û warê me berdewam dibin.   Bi taybet di vê meha Hezîranê de ku li her devera gelê Kurd û jinên Kurd lê hene, di nava berxwedan û têkoşîna bêhempa ya parastina nirxên xwe de ne. Ev êrîşên qirker êdî bêsînor bûne. Li ser civaka sivîl êrîşên leşkerî ku tên kirin sûcên şer e, li hemberî jinên siyasetmedar ? rêxistinkirî hedef girtin, sûcên li hemberî pê?eroja jinê ye. Jı bo vê em bang dikin li hemû jinên cîhanê û rêxistinên jınan ku hemberî van êrîşan helwest diyar bikin ? piştgiriyê bidin berxwedaniya jinên Kurd.   Banga me ji gelê Kurd û dostên Kurdan re ye ku bênavber di nav çalakiyan de bin dijî faşîzmê û îxanetê berxwedanê bilind bikin. Dewleta Tirk a faşîst bûye kujêrê jinan. Qetilkirina jinên rêxistinkirî bûye armanca faşîzma Tirk û serçete Erdogan.   Em van êrîşên hovane careke din bi tundî şermezar dikin. Em soza têkoşîna rêheval Zehra, Hebûn û yadê Emîne didin û heta zîhniyeta qirker û faşîst ji holê rabe em ê li ber xwe bidin. Ev êrîş biryar û lêgerîna me ya azadiyê bi hêz dike û her şehîd rêxistinbuyîn  têkoşîna me geş dike. Em ê bi pêşengtiya şehîd Zehra, Bedîa û yadê Emîne Azadiya jinan û gelan misoger bikin.   Bi vê bawerî û biryardariyê em bang dikin ku di serî de hemû jinên azadîxwaz ên cîhanê, sazî û dezgehên navneteweyî li hember van êrîşên hovane helwesta xwe ya exlaqî û mirovahî bidin nîşandan. Ên bêdeng dimîne şirîkê van kiryaran e. Bêdeng nemîne. Deng bide. Serî hilde.”