Rojnameger Çelîk: Em di wîjdanê civakê de beratkirî ne divê dadgeh jî hiqûqê pesend bike 2020-06-24 15:56:19   STENBOL – Gerînendeyê Weşana Giştî ya Yenî Yaşamê Ferhat Çelîk di parastina doza xwe de got: “Li vî welatî heke Serokkomar dibêje ‘Li Lîbyayê çend şehîd hene’ rojnameger jî viya meraq dike. Jixwe em di wîjdanê civakê de hatine beratkirin û em azad in. Tişta ku dikeve ser milê dadgehê jî vi di warê hiqûq de pesend bike.”    Danişîna ewil a doza 6 jê girtî 8 rojnamegerên ji ber nûçeya endamê MÎT’ê yê li Lîbyayê hatibû kuştin tên darizandin li Dadgeha Çaglayana Stenbolê tê lidarxistin. Danişîn didome. Piştî parastina nivîskarê rojnameya Yenîçagê Mûrat Agirel, Gerînendeyê Weşana Giştî ya Rojnameya Yenî Yaşamê Ferhat Çelîk û Midûrê Karên Nivîsan a Yenî Yaşamê Aydin Keser parastina xwe kirin.    'SÛCDARÎ NE HIQÛQÎ YE’      Keser di parastina xwe de wiha got: “Ji ber nûçeyê tê xwestin ez werim cezakirin. Ez van sûcdariyan qebûl nakim. Naveroka vê nûçeyê ji çavkaniyên vekirî hatiye bidestxistin. Di nûçeyê de nehatiye gotin ê miriye endamê MÎT’ê ye. Tu aliyê hiqûqî û madî yê vê sûcdariyê nîne.    NEHATIM DERMANKIRIN    Ev çar meh in ez di hepsê de têm tecrîtkirin. Tenê min carek hevjîna xwe di hevdîtina girtî de dîtiye. Malbata min di bin bandora vê girtinê de maye. Ez ji dilê xwe nexweş im û nehatime dermankirin. Ez tahliye û berata xwe dixwazim.”    Piştî parastinê, dadger derbasî darizandina Keser bû.    PARASTINA ÇELÎK    Piştî parastina Aydin Keser, parastina rojnameger Ferhat Çelîk dest pê kir.    Çelîk di parastina xwe de wiha got: “Ev çar meh in em di tecrîtê de ne. Ji ber vê yekê jî hema bêje me axaftinê ji bîra kir. Heke zimanê bieleqe jî biborînin. Rojnamegerî hatiye binpêkirin. Ji sedî 95’ê medyayê di bin serweriya îqtîdariyê de ye. Ji sedî 5’ê wê jî weşangeriya muxalîf dike.    ROJNAMEGERÎ HATIYE BINPÊKIRIN    Li welatekî Serokkomar heke bêje ‘çend şehîd hene’ wê rojnameger jî meraqê wê yekê bike. Dema şehîdek ji derveyî welat tê raste rast esker tê bîra însanan. Di medya civakî de xizmên wî agahî û wêneyan belav dikin. Rojnameger jî ji çavkaniyên vekirî dest bi lêkolînê dike. Dema digihîje agahiyan jî heke aqilê pê bigire tu dibêjî rast e. Ji bo ez vê yekê jî bikim ne hewceye ez fermanê ji cihekî bigirim. Heke Serokkomar dibêje çend şehîd hene divê mirov bi wê daxuyanî tenê nemîne. Ev rojnamegeriyek çawa ye?    Nûçeya Odatv bi temamî di îdianameyê de ye. Lê belê dozger dibêje ewil rojnameya Yenî Yaşamê daye. Lê naveroka nûçeya me di îdianameyê de nîne. Tenê sernavê wê dane. Baş e, di naveroka wê de çi hebû gelo? Di nûçeyên me de îdia hatiye nivîsandin. Ez li pey nûçeya xwe me. Lê em dipirsin çima em hedef hatin girtin? Piştî demek şûn ve me binçav dikin û berdidin û dîsa me digirin. Di vir de niyet eşkere ye. Dema me dest bi vî karî min feyza xwe ji Mûsa Anter, Hrant Dînk, Metîn Goktepe û gelek rojnamegerên hatin qetilkirinê girt.    EM DI WÎJDANÊ CIVAKÊ DE BERATKIRÎ NE    Pêwîst be ez ê çar salan jî girtî bimînim. Ji bo bîranîna şehîdên çapemeniyê ez ê dengê xwe dernexim. Lê belê ev welat winda dike. Di endeksa azadiya çapemeniyê de Tirkiye di rêza dawî de ye. Wek takekes tiştek bi min nade windakirin. Di bûyerek wiha biçûk de afirandina sûcek wiha mezin ne rast e. Di wîjdanê civakê de jixwe em hatine beratkirin û em azad in. Tişta ku dikeve ser milê dadgehê jî vi di warê hiqûq de pesend bike. Ev nûçe ye. Ev ne îfşakirin e. Ez dixwazim hûn viya dizanibin.”    Piştî parastinê dadger dest bi darizandina Çelîk kir û derbarê mijarê de pirs jê kirin.    Parêzerê Keser û Çelîk, Ozcan Kiliç jî parastina miwekîlên xwe kir û got ji ber binçavkirin û girtina rojnamegeran tevahiya welat bihîst ku endamê MÎT’ê hatiye kuştin.    Piştî parastinan şandeya dadgehê navbera da danişînê.