Danişîna doza Denîz Yucel hat dîtin 2020-06-24 15:09:34     STENBOL - Danişîna doza Nûçegîhanê Rojanema Die Welt ê Tirkiyeyê Denîz Yucel hat dîtin. Danişîna dozê taloqî 16'ê Tîrmehê kirin.    Danişîna doza Nûçegîhanê Rojnameya Die Welt ê Tirkiyeyê Deniz Yucel ku bi sucdariya "Propaganda rêxistina terorê kiriye" û "Gel tahrîkî kîn û dijminantiyê kiriye" serbest dihat darizandin, li 32'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hat dîtin. Yucel tev li danişînê nebû, lê parêzerê wî Veysel Ok li salona danişînê amade bû. Parêzer parastin kir û di vê danişînê de jî biryar derneket. Heyetê piştî navberê danişîna dozê taloqî 16'ê Tîrmehê kir.