Biryara dadgehê bi 'Bijî Serok Apo' şermezar kir 2020-06-24 14:05:53   AMED - Danişîna doza teqina Gundê Daqewsê yê girêdayî Navçeya Sûrê ya Amedê ku 16 kesan têde jiyana xwe ji dest dabû hat dîtin. Dadgehê, Burhan Taş 17 caran bi muebetê û 11 sal û 8 mehan ceza kir. Taş, biryara dadgehê bi dirûşmeya "Bijî Serok Apo" şermezar kir.    Danişîna doza teqîna li Gundikê Daqewsê yê Navçeya Sûrê ya Amedê ku di 12'ê Gulana 2016’an de di qamqonekê de pêk hat û 16 kesan jiyana xwe ji dest da û 23 kes jî birîndar bûn, li 10’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê pêk hat. Di danişînê de bersûcê girtî Burhan Taş û parêzerê wî li salonê amade bûn. Di danişînê de piştî parastinê heyeta dadgehê der barê Taş de 17 caran bi muebetê û 11 sal û 8 mehan ceza kir. Dadgehê dîsa 133 hezar tl ceza birî. Taş, birara dadgehê bi dirûşmeya "Bijî Serok Apo" şermezar kir. Taş ê ku biryar şermezar kir bi lêdanê ji salonê derxistin.