Rêveberiya Xweser a Firatê: Rûsya û Koalîsyona Navneteweyî berpirsên êrişan e 2020-06-24 10:41:17   NAVENDA NÛÇEAYN - Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê bang Ii Rûsya û DYA`yê kir ku sînorekî dîne pêş êrişên Tirkiye yên li dijî sivîlên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.    Şevê din balafireke keşfê yên Tirkiyeyê li gundê Helincê yê Kobanê êrîşî malekê kir û di bombebaranê de 3 jinên sivîl jiyana xwe ji dest dan. Têkildarî êrîşê û qetilkirina 3 jinan Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê daxuyanî da û êriş şermezar kir. Rêveberiyê berpirsyarî xist ser milê Rûsyayê û got: "Li gorî lihevkirina beriya 7 mehan çêbû Rûsya berpirsa ewlehî û aramiyê ye. Em bang li Rûsyayê dikin ku li gorî sozên xwe be û li hember êrişên terorîst ên dewleta Tirk ên li dijî şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bisekine. Em bang li DYA`yê û Koalîsyona Navneteweyî jî dikin ku erkên xwe pêk bînin û li gorî lihevkirina têkildarî agirbesta li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya di navbera DYA û dewleta Tirk de ku sînor ji êrişên li dijî şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re deynin.   TSK'ê di şeva 23'ê Hezîranê de bi balafirên bêmirov ên biçek (SÎHA) êrişî gundê Helîncê yê Kobanê kiribû. Di êrîşê de 3 jin ên sivîl jiyana xwe ji dest dabûn. Di êrîşê de endama ji Koordînasyona Kongra Star a herêma Firatê Zehra Berkel û Emîne Weysî û jinek navê wê nehat zanîn jiyana xwe ji dest dan.