Eskerek li Geverê mir 2020-06-24 10:08:10   COLEMÊRG - Li ser sînorê Gever û Îranê di êrîşa çekdarî de eskerek mir û eskerek birîndar bû.    Li Navçeya Geverê ya Colemêrgê li ser sînor êrîşek çekdarî pêk hat. Di êrîşê de eskerek mir û eskerek jî birîndar bû. Têkildarî mijarê Wezîrê Parastina Mîllî (MSB), daxuyanî da û diyar kir ku di 23'ê Hezîrana 2020'an de li ser sînorê Navçeya  Gever û Îranê di êrîşek çekdarî de eskerekî wan miriye û eskerek jî birîndar bûye.