Gora komî ya 41 cenaze tê de ne 22 sal in nayê vekirin 2020-06-24 09:47:45 WAN – Di sala 1998’an de li Wanê 41 cenaze di gorek komî de hatin veşartin. Cenazeyê lêkolînera Alman Anrea Wolf û stranbêj Hozan Hogir jî di nava cenazeyan de ne. Hêj ev cenaze radestî malbatan nehatine kirin. Ji bo stranbêj Hogir sê caran serlêdan hat kirin lê biryara dozvenekirinê hat dayîn.    Li gundê Kelehê ya girêdayî navçeya Şaxê ya Wanê di 23’ê cotmeha 1998’an de êrişa hewayî pêk tê û di operasyonê de lêkolînera Alman Andrea Wolf û hunermendê kurd Hozan Hogir (Cazim Tatar) jî di nav de 3 jin 41 endamên PKK’ê jiyana xwe ji dest didin. Cenazeyê 41 PKK’iyan 22 sal in di gora komî de tê veşartin û radestî malbatên wan nakin. Li gorî agahiyên gundiyên derdorê dane malbatên hin cenazeyan serî li meqamên fermî dan. Lê belê tevî ewqas dem bi ser re derbas bû jî hemû serlêdan bêencam man.    LI GORÎ DOZGER DELÎL TÊR NAKIN   Malbata hunermend Hozan Hogir û parêzerê wan ji bo vekirina gora komî û testa DNA’yê were kirin 3 caran serî li dozgeriyê dan. Di her serlêdana malbatê de jî dozgeriyê ango dadgeriyê biryara “dozvenekirinê” da. Dozgeriya Komarê ya Şaxê dem bi dem got “ewlehiya herêmê nîne” û dem bi deman jî got “delîl têrê nakin” biryarên ku pey mijarê neyê ketin da.    Malbata Hozan Hogir herî dawî di 2020’an de serî li dozgeriyê da û carek din dozgeriyê bi hêceta “delîl têrê nakin” û xwesteka malbatê red kir.    Li ser vê yekê parêzerê malbata Hozan Hogir, Tûran Ece serî li Serdozgeriya Komarê ya Wanê da û îtîrazî biryara dozgeriya Şaxê kir. Parêzer Ece bi daxwaznameyekê xwest ku gora komî vebibe û malbat bigihîjin cenazeyên zarokên xwe.    LÊPIRSÎNEK AKTÎF NEHATIYE KIRIN    Ece di serlêdana xwe de diyar kir ku biryarên ji bo gorê tên girtin li dijî pernsîbên qanûnî yên netewî û navnetewî ne. Ece got lêpirsînek bi aktîf nehatiye birêvebirin û xwest biryara “pey neketinê” were rakirin.   DADGEHÊ JÎ SERLÊDAN RED KIR    Dadgeha Cezayê Sûlhê ya Wanê biryara dozgeriyê di cih de dît û serlêdana îtîrazê ya parêzer red kir.    Malbatê ragihand ku ew ê bi rêya parêzerên xwe bi biryara redkirinê ya dozger û dadgehê veguhezînin Dadgeha Qanûna Bingehîn.    MA / Adnan Bîlen