Malbata Aztagaç ê HPG’yî cenazeyê xwe defin kir 2020-06-23 22:27:34     AMED - Malbata Aztagaç, cenazeyê kurê xwe Alî Cafer Aztagaç ê HPG'yî ku li Dersimê jiyana xwe ji dest dabû di bin dorpêça polîsan de li Goristana Yenîkoyê definkirin.    Malbata Aztagaç cenazeyê kurê xwe Alî Cafer Aztagaç (Mûnzûr Amed) ê HPG'yî ku li Dersîmê jiyana xwe ji dest dabû ji morga Goristana Bajêr a Meletiyê wergirtibû. Malbat piştî ku ji Meletiyê gihişt Amedê cenaze bir morga Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargîlê. Piştî ku li vê derê wecibeyên olî pêk anîn cenaze ji bo definkirinê birin Goristana Yenîkoyê ya navçeya Rezanê. Malbatê cenazeyê kurê xwe di bin dorpêça polîsan de defin kir. Rêveberên MEBYA-DER’ê û welatiyên ku xwestin beşdarî merasîma definkirinê bibin polîsan astengkirin û nehiştin beşdar bin.   Malbat dê şîna kurê xwe li mala xwe ya li Taxa Elîparê ya navçeya Rezanê deyne.